LI WANÊ JI BO ŞEHÎDÊN AZADIYA KURDISTANÊ MEŞA BI MEŞALEYAN

LI WANÊ JI BO ŞEHÎDÊN AZADIYA KURDISTANÊ MEŞA BI MEŞALEYAN

Li Wanê ciwanan ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi 53 meşaleyên agir meşek pêk anîn. Gelê derdorê jî bi sloganan piştgirî da meşê.

Ciwanan li taxeta Akköprü ya Wanê ji bo gerîlayên şehîd civiyan û meşek bi meşaleyên agir pêk anîn. Ciwanan 53 meşale pêxistin û ber bi Girê Temaşeyê ya Akköprü ve meşiyan.

Gelê derdorê jî piştgirî da ciwanan û di dema meşê de gelek caran sloganên “Şehîd namirin” hatin gotin.

Ciwanan piştî gihiştina Girê Temaşeyê, li derdora agirê ku pêxistibûn civiyan û sloganên “Şehîd namirin” berdewam kirin.

Share this content:

Post Comment