SEROKÊ CIA RATCLIFFE ÇIMA ÇÛ MOSKOVAYÊ?

SEROKÊ CIA RATCLIFFE ÇIMA ÇÛ MOSKOVAYÊ?

Li gorî agahiyên çapemeniya DY, armanca sereke ya serokê CIA’yê John Ratcliffe ku vê hefteyê serdaneke neasayî li Moskovayê kir, ew bû ku Rûsyayê li hember ihtîmala êrîşek li ser yek ji welatên endamên NATO hişyar bike û pêşî li gaveke wiha bigire.

Di nûçeyên Wall Street Journal û CBS’yê de ku li ser çavkaniyên berpirsên Amerîkî hatine weşandin, hate gotin ku istîxbarata Amerîkayê texmîn dike ku Rûsya di salên pêş de dikare ji bo pîvandina reaksiyona NATO’yê êrîşekî sînordar pêk bîne.

TRUMP SERDANÊ ‘NÎV-RUTÎN’ BI NAV KIR

Serokê DY Donald Trump roja Çarşemê serdana Ratcliffe li Moskovayê wekî civîneke “nîv-rutîn” binav kir. Trump îma kir ku serdan bi taybetî ji bo axaftina li ser şerê Ukraynayê hatiye kirin û got ku ew dixwazin şer bi dawî bibe.

Çapemeniya Amerîkî her wiha ragihand ku Ratcliffe li Moskovayê mijarên şerê li Îranê û Tengava Hurmuzê jî anî ziman. Li gorî nûçeyan, Ratcliffe peyama wê da ku heke Tengav dîsa neyê vekirin, dikare li dijî Îranê cezayên aborî yên zêdetir bên sepandin.

Lê Trump îdiayên ku serdana Ratcliffe bi Îranê an jî gefên Rûsyayê li NATO’yê ve girêdayî ye red kir.

BI PUTÎN RE CIVÎN NEKIR

Berdevkê Kremlinê Dmitri Peskov ragihand ku serdana Ratcliffe li Moskovayê di çarçoveya têkiliyên di navbera servîsên istîxbaratê yên her du welatan de pêk hatiye û serokê CIA’yê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re nehat civîn.

Peskov got ku ji bo gotina ku ev danûstandin dê heta çi radeyê bandorê li pêvajoya derxistina têkiliyên DY û Rûsyayê ji krîzê bike, hê zû ye. Wî ragihand ku niha ji bo têkiliyeke nû planek tune ye. Peskov civînan “erênî” bi nav kir, lê derbarê mijarên hatine nîqaşkirin de hûrgulî nedan.

Tevî hewildanên Trump ên ji bo dawîkirina şerê Ukraynayê, di şerê Rûsya-Ukrayna de hê çareseriyeke mayînde nehatiye bidestxistin.

Share this content:

Post Comment