DETAYÊN CIVÎNA ŞAMÊ RONÎ BÛN: KÎJAN DAXWAZÊN DSG’YÊ HATIN QEBÛLKIRIN?

DETAYÊN CIVÎNA ŞAMÊ RONÎ BÛN: KÎJAN DAXWAZÊN DSG’YÊ HATIN QEBÛLKIRIN?

Li gorî agahiyên ku Rûdaw Medya Grûbê bi dest xistine, di civîna li Şamê ya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) Mazlûm Ebdî û Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera de, plan û detayên tevlêbûna şervanên DSG’ê di nav artêşa Sûriyeyê de zelal bûn. Di civînan de li ser avakirina leşkerî, statûya YPJ’ê û perwerdehiya bi Kurdî li ser gelek mijaran lihevhatin pêk hat.

LI HESEKÊ Û KOBANÊ’YÊ TABÛRÊN NÛ BÊNE AVAKIRIN

Di çarçoveya lihevhatina berê de hatibû biryardan ku li parêzgeha Hesekê 3 tabûrên leşkerî bên avakirin. Tê plan kirin ku ev tabûr li Hesekê, Qamişlo û Dêrikê bên bicihkirin.

Herwiha li ser avakirina tabûrekî leşkerî li Kobanê jî lihevhatin pêk hatiye. Hat ragihandin ku ev yekîneyê dê girêdayî rêveberiya hêzên ewlekariya giştî ya li Helebê be.

JI BO ŞERVANÊN EFRÎNÊ TABÛREKE TAYBET

Hat ragihandin ku daxwaza Fermandarê Giştî yê DSG’ê Mazlûm Ebdî ya avakirina tabûreke taybet ji bo şervanên Kurd ên Efrînê jî hatiye qebûlkirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, “Tabûra Efrînê” hatiye avakirin. Lê ev tabûr hêj derbasî herêma Efrînê nebûye û li herêma Cezîrê li benda derbasbûnê ye.

YPJ DÊ DI NAV WEZARETA NAVXWE YA SÛRIYEYÊ DE CÎ BIGIRE

Hat ragihandin ku di civînan de li ser pêşeroja Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) jî biryar hat dayîn.

Fermandara Giştî ya YPJ’ê Newoz Ehmed, ku bi navê kod “Tolin” tê nasîn, di heyeta ku çû Şamê de cih girt û bi Wezîrê Navxweyê Sûriyeyê re civiya.

Li gorî çavkaniyan, YPJ dê di nav yekîneyên li dijî terorê yên girêdayî Wezareta Navxweyê Sûriyeyê de cih bigire.

LI SER KURDÎ DI PERWERDEHIYÊ DE LIHEVHATINA PÊŞÎ

Hat gotin ku di civînan de li ser zimanê perwerdehiyê jî di qonaxa yekem de lihevhatin hatiye bidestxistin.

Li gorî lihevhatina pêşîn, 4-5 dersên teorîk, di nav de dersên erdnîgarî, dîrok û zanistên civakî, dê bi Kurdî bên dayîn. Tê plan kirin ku dersên zanistên pozîtîf bi erebî bên dayîn.

Share this content:

Post Comment