SÊROŞTA LI WANÊ BI BÎRANÎNÊ QEDIYA DIBE

SÊROŞTA LI WANÊ BI BÎRANÎNÊ QEDIYA DIBE

Li taxa Artemêt a Wanê ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne hatî sazkirin sêroşt di roja sêyemîn de berdewam dike. Piştî mevlûd û bîranîna ku îro dê were lidarxistin, sêroşt dê biqede.

Sêroşta ku ji aliyê MEBYA-DERê ve li Salona Dawetê ya Mardamê hatiye sazkirin, wêneyên şehîdan û posterên Serok Apo li salona sêroştê hatin danîn.

Li cihê sêroştê pankartên bi nivîsên “Em jiyanê ewqas pir hez dikin ku em ji bo wê bimrin”, “Şehîdên me rûmeta me ne” û “Şehîd ronahiya me ne” hatin danîn. Kesên ku hatin sêroştê bi zîlgotan û sloganên “Şehîd namirin” hatin pêşwazîkirin.

Bernameya sêroştê îro saet 11.00an bi mevlûdê berdewam dike. Piştî mevlûdê, di saet 14.00an de ji bo şehîdan bîranîn dê were lidarxistin.

Di bîranînê de, ji bilî pêşandana sinevizyonê, dê axaftin jî bên kirin.

Piştî bernameya bîranînê, sêroşta li Wanê dê biqede.

Share this content:

Post Comment