FERMANDARÊ HÊŞDÎ ŞABÎ HATE BINÇAVKIRIN

FERMANDARÊ HÊŞDÎ ŞABÎ HATE BINÇAVKIRIN

Sazîya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Iraqê û Sazîya Îstîxbarata Iraqê, di operasyonekî hevpar de yek ji fermandarên Hêşdî Şabî, Ebû Cefer, li mala xwe binçav kir.

Li gorî nûçeyên medyaya Iraqê, Sazîya Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Iraqê û Sazîya Îstîxbarata Iraqê vê sibehê operasyonekî hevpar pêk anîn. Di operasyonê de Ebû Cefer, yek ji fermandarên Hêşdî Şabî, li mala xwe hate binçavkirin.

Hêj nehatiye eşkerekirin ku Ebû Cefer bi çi sedemî hatiye binçavkirin.

Hat ragihandin ku berê jî li Bexdayê yek ji fermandarên Hêşdî Şabî hatiye binçavkirin, lê piştî çend rojan hatiye berdan.

Share this content:

Post Comment