YRA ROJNAMEVAN NECMEDÎN SÎNAN BÎR ANÎ

YRA ROJNAMEVAN NECMEDÎN SÎNAN BÎR ANÎ

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), rojnamevan Necmedîn Sînan ku di 23ê Tebaxa 2023’an de di êrîşa dewleta Tirkiyeyê ya li ser erebeya JinTV’ê de şehîd bû, di salvegera sêyemîn a şehadeta wî de bi rêzdarî bîr anî.

Di daxuyaniya YRA’yê de hat bibîranîn ku di 23ê Tebaxa 2023’an de li ser riya Qamişlo-Amûdê êrîş li ser erebeya JinTV’ê hat kirin û rojnamevan Necmedîn Sînan şehîd bû. Di heman êrîşê de rojnamevan Delîla Egîd jî bi giranî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de, ji bilî Necmedîn Sînan, hemû rojnamevanên ku ji bo rastiyê canê xwe feda kirine, dengê civakê bûne û bûyeran bi berpirsiyarî belge kirine, bi rêz û hurmet hatin bibîranîn.

YRA diyar kir ku hedefgirtina rojnamevanan binpêkirina eşkere ya azadiya çapemeniyê, peymanên navneteweyî û yasayên ku mafên rojnamevanan diparêzin e. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev êrîş armanc dikin ku dengê civakê bêdeng bikin û rola medyayê ya eşkerekirina rastiyê asteng bikin.

YRA bi dubarekirina soz û biryara xwe ya domandina rêya rojnamevanên şehîd, ragihandina rastiyê û belgekirina bûyeran ji aliyê çapemeniya azad ve, bang li parastina mafê rojnamevanan kir ku bêyî tehdît û zext kar bikin.

Share this content:

Post Comment