SÊRSAXIYA JI BO ŞEHÎDAN DI ROJA 3’AN DE DIDOMÎNE

SÊRSAXIYA JI BO ŞEHÎDAN DI ROJA 3’AN DE DIDOMÎNE

Sêrsaxiya ji bo şehîdên Tekoşîna Azadiya Kurdistanê li Parka Koşuyoluyê ya Amedê hatiye sazkirin, di roja xwe ya 3’an de didomîne.

Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Hevkariya Malbatên Kesên Xwe di Beşika Medeniyetan de Winda Kirine û Yekîtiya Çandê (MEBYA-DER), sêrsaxiya ji bo şehîdên Tekoşîna Azadiya Kurdistanê li Parka Koşuyoluyê ya navçeya Rezan (Bağlar) di roja xwe ya 3’an de didomîne.

Li cihê sêrsaxiyê, li gel postera mezin a Rêber Apo, pankartên “Şehîd namirin”, “Şehîd ronahiya rêya me ne” û “Şehîd rûmeta me ne” hatin daliqandin. Malbatên ku di saetên sibehê de hatin cihê sêrsaxiyê, wêneyên gerîlayên şehîd û gulên karanfil dan ser masan û dest bi qebûlkirina sersaxiyê kirin.

Di saetên sibehê de gelek kes serdana cihê sêrsaxiyê kirin. Beşdarên serdanê dirûşma “Şehîd namirin” berz kirin.

Di cihê sêrsaxiyê de di saet 18.00’an de merasîma bîranînê bê lidarxistin.

Share this content:

Post Comment