ÊRÎŞA BOMBÊ LI SER HÊZÊN EWLEKARIYA NAVXWEYÎ

ÊRÎŞA BOMBÊ LI SER HÊZÊN EWLEKARIYA NAVXWEYÎ

Li ser riya Marûna-Seydnaya ya gundewarê Şamê, otobûsa Hêzên Ewlekariya Navxweyî rastî êrîşeke bombeyî hat. Di êrîşê de gelek endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatine bidestxistin, îro li ser riya Marûna-Seydnaya ya gundewarê Şamê, otobûsa Hêzên Ewlekariya Navxweyî bû hedefa êrîşeke bombeyî.

Hat ragihandin ku di êrîşê de gelek endamên Hêzên Ewlekariya Navxweyî birîndar bûne.

Piştî êrîşê, yekîneyên têkildar dest bi lêkolînê kirin da ku faîlên êrîşê û awayê pêkanîna êrîşê diyar bikin. Hat gotin ku lêkolîn û xebatên li ser bûyerê didomin.

Share this content:

Post Comment