ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ: LI GAZAYÊ 6 FERMANDEYÊN HAMAS HATIN KUŞTIN

ARTÊŞA ÎSRAÎLÊ: LI GAZAYÊ 6 FERMANDEYÊN HAMAS HATIN KUŞTIN

Artêşa Îsraîlê îdia kir ku di êrîşên li ser herêmên Nuseyrat, Tuffah û Şatî yên Dorgirê Gazayê de 6 fermandeyên girêdayî Hamasê hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê X ragihand ku di êrîşên li ser herêmên Nuseyrat û Tuffah yên Dorgirê Gazayê de 6 fermandeyên Hamasê hatine armancgirtin û kuştin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 3 ji fermandeyên hatine kuştin endamên Hêza El-Nuhba ya girêdayî Tabûra Beyt Lahyayê ya Hamasê bûn.

Artêşa Îsraîlê herwiha ragihand ku di êrîşên li ser herêma Şatî de kesên di nav wan de Muhammed Fethî Huseyn Nasir, Muhammed Etar, Samid Semîr Harb Ebu Cebel û Muhammed Hamid Ahmed el-Misrî hatine armancgirtin.

Artêşa Îsraîlê duh jî ragihandibû ku li Gazayê du fermandeyên girêdayî Hamasê hatine armancgirtin.

Share this content:

Post Comment