DI JÎ BO 80’EMÎN ROJA JIDAYIKBÛNA MESÛD BARZANÎ DE PEYAMÊN PÎROZBAHIYÊ JI CÎHANÊ HATIN

DI JÎ BO 80’EMÎN ROJA JIDAYIKBÛNA MESÛD BARZANÎ DE PEYAMÊN PÎROZBAHIYÊ JI CÎHANÊ HATIN

Ji ber 80’emîn roja jidayikbûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, gelek siyasetmedar, dîplomat, general, endamên Kongreyê û pisporên siyasî ji DY, Kanada û Ewropayê peyamên pîrozbahiyê belav kirin. Di peyaman de rola Barzanî di siyaseta Kurdî, xurtkirina Herêma Kurdistanê, şerê li dijî DAIŞê û pêşvebirina têkiliyên di navbera Kurdan û DY de derket pêş.

Di peyamên ji DY de, Barzanî wekî rêberê gelê Kurd û aktorê siyasî yê bandordar di xurtkirina Herêma Kurdistanê de hat naskirin. Berpirsên Amerîkî herwiha bal kişandin ser şerê hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê û têkiliya dîrokî ya di navbera Kurdan û Washingtonê de.

Wezîrê Tenduristiyê yê DY Robert F. Kennedy têkiliya dirêjdem a di navbera Kurdan û DY de wekî “hevaltiyekî ecêb” bi nav kir. Wezîrê Enerjiyê Chris Wright jî rêberiya Barzanî û rêz û hurmeta xwe ji bo gelê Kurd anî ziman. Nûnerê Daîmî yê DY li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz jî ji Barzanî re ji ber rêberiya wî ya bi salan ji bo gelê Kurd û xebatên wî ji bo aştiyê û îstiqrara herêmî spas kir.

Wezîrê berê yê Derve yê DY Mike Pompeo got ku xebatên wan ên hevpar bi Barzanî re ji bo Herêma Kurdistanê, Iraqê, Rojhilata Navîn û DY encamên girîng çêkirine û bal kişand ser rola Barzanî di pêşketina Hewlêrê de. Serokê berê yê Meclîsa Nûneran Newt Gingrich jî got ku divê têkiliyên di navbera DY û Kurdan de bên parastin û xurtkirin.

DÎPLOMATÊN BERÊ YÊN AMERÎKÎ PESNÊ BARZANÎ DAN

Balyozê berê yê DY li Iraqê John Negroponte, Barzanî wek kesayetekî welatparêz û piralî bi nav kir. Balyozê berê Zalmay Khalilzad jî Barzanî wekî “mirovê biryar û çalakiyê” bi nav kir, roja jidayikbûna wî pîroz kir û ji bo wî serkeftin xwest.

Rêvebirê berê yê CIA û Generalê teqawidî David Petraeus, bal kişand ser rola Barzanî di şekildana Iraqa nû û avakirin û xurtkirina Herêma Kurdistanê de. Petraeus girîngiya pabendbûna Barzanî bi gelê Kurd û şerê wî li dijî DAIŞê wek fermandarê Pêşmerge derxist pêş.

Balyozê berê yê DY li Iraqê James Jeffrey got ku biryara Barzanî ya ku hemû hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê bike hereket, ne tenê ji bo Iraqê, lê ji bo Rojhilata Navîn jî biryardar bû. Jeffrey bal kişand ser rola Barzanî di hilbijartinên Iraqê yên 2005an û krîza siyasî ya sala 2010an de, herwiha li ser pozîsyona Herêma Kurdistanê di têkiliyên wê bi Bexdayê, Washingtonê, Enqereyê û welatên din re.

Generalê teqawidî Jay Garner, ku di sala 1991an de fermandariya hêzên DY li Başûrê Kurdistanê dikir, got ku bandora rêberiya Barzanî di gihiştina Herêma Kurdistanê ya îroyîn de diyarker bû. Berdevkê berê yê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞê Miles Caggins jî bal kişand ser têkiliya xurt di navbera artêşa DY, Kurdan û Pêşmerge de.

SENATORÊN DY PEYAMÊN PIŞTGIRIYÊ JI KURDAN Û BARZANÎ RE ŞANDIN

Endamên Senatoya DY Bill Cassidy, Chris Coons, Chris Van Hollen, Elissa Slotkin, James Lankford, Jeanne Shaheen, John Kennedy, Kevin Cramer, Mark Warner, Mike Lee, Peter Welch, Rick Scott, Tim Kaine, Angus King, Norm Coleman û John Moolenaar jî ji ber roja jidayikbûna Barzanî peyam belav kirin.

Senatoran di peyamên xwe de bal kişandin ser rêberiya Barzanî, şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê û têkiliyên di navbera DY û Herêma Kurdistanê de. Elissa Slotkin got ku Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de li eniya pêş bû û Barzanî di peydakirina piştgiriya Kongreyê ji bo Pêşmerge de roleke girîng lîstiye. James Lankford jî bang kir ku di warên bazirganiyê, ji nû ve avakirinê û pêşketinê de, herwiha di têkiliyên DY û Kurdistanê de hevkarî zêdetir bibe.

Senator John Kennedy piştgiriya xwe ji gelê Kurd re anî ziman û got ku divê Kurdan dewleta xwe hebe. Wî herwiha diyar kir ku piştgiriya Kurdan a ji bo DY di şerê li dijî DAIŞê de nayê jibîrkirin. Senatorên din jî girîngiya rêberiya Barzanî, îstiqrara Herêma Kurdistanê û têkiliyên di navbera DY û Kurdan de derxistin pêş.

JI KANADA Û EWROPAYÊ JÎ PEYAMÊN PÎROZBAHIYÊ JI BARZANÎ RE

Serokwezîrê berê yê Kanadayê Stephen Harper serdana xwe ya sala 2014an a Hewlêrê bi bîr anî û got ku di şerê li dijî DAIŞê de rola Kurdan û Barzanî diyarker bû. Harper nebûna dewleteke serbixwe ji bo Kurdan wekî “trajediyeke ji bo cîhanê” bi nav kir.

Endamê Parlamentoya Kanadayê Ahmed Hussen jî pesnê mêvandariya Barzanî û rola wî di pêşvebirina demokrasî, azadî û toleransa olî li Herêma Kurdistanê da. Ziad Abdelatif jî got ku aramî, zanîn û serweriya Barzanî ya li ser zimanê erebî ji bo têkiliyên dîplomatîk avantajeke girîng e.

Endamê Parlamentoya Norwêcê Mano Josseli got ku ji Rojavayê Kurdistanê ye û piştgiriya Barzanî ji bo têkoşîna Kurdan li Rojava bandor li ser wî kiriye. Endama Parlamentoya Ewropayê Georgiana Teodorescu Barzanî wekî “sembola hêz, rûmet û têkoşînê” bi nav kir. Endamê Parlamentoya Gurcistanê Isko Destani jî bal kişand ser rola malbata Barzanî di avabûna Kurdistanê de.

BERPIRSÊN BERÊ YÊN AMERÎKÎ LI SER RÊBERIYA BARZANÎ RAWESTIYAN

Balyozên berê yên DY li Iraqê Christopher Hill, Stuart Jones û Douglas Silliman di peyamên xwe de zanîn, rêberî û rola Barzanî di şerê li dijî DAIŞê de derxistin pêş. Berpirsên berê yên Wezareta Derve ya DY jî ji Barzanî re dirêjahiya temen û serkeftin xwestin.

Hill got ku ji Barzanî gelek tişt li ser Kurdistan û Iraqê hîn bûye. Jones jî got ku rêberiya Barzanî di têkbirina DAIŞê de bingehîn bû. Silliman bal kişand ser rola Pêşmerge di qonaxa destpêkê ya şerê li dijî DAIŞê û girîngiya wê di pêvajoya ku bû sedema rizgarkirina Mûsilê de.

Berpirsekî berê yê DY Matthew Zais Barzanî wekî “rêberê efsanewî yê gelê Kurd” bi nav kir. Karsaz Ross Perot jî Barzanî wek rêberekî girîng ê Kurdistanê û hevalekî mezin ê DY bi nav kir. Balyoza berê ya DY li Iraqê Alina Romanowski got ku Barzanî ji bo Kurdan û Iraqê destkeftiyên girîng bi dest xistiye û di xurtkirina têkiliyên DY û Kurdistanê de beşdarî kiriye.

Pisporê siyasî Dr. Walid Phares jî got ku 80’emîn salvegera jidayikbûna Barzanî derfeteke girîng e ji bo nirxandina destkeftiyên wî di Kurdistan, Iraq, herêm û asta cîhanê de.

Share this content:

Post Comment