LI IRAQÊ ÊRÎŞÊN BERFIREH LI SER BINGEHÊN HAŞDÎ ŞABÎ HATIN KIRIN

LI IRAQÊ ÊRÎŞÊN BERFIREH LI SER BINGEHÊN HAŞDÎ ŞABÎ HATIN KIRIN

Gelek bingeh û navendên fermî yên Haşdî Şabî li cihên cuda yên Iraqê di sibehê de bûn armanca êrîşên berfireh ên asmanî. Haşdî Şabî îdia kir ku ev êrîş ji aliyê hêzên DYA û Siûdiyê ve hatiye kirin, lê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di operasyoneke hevbeş de grûpên çekdar ên piştgirîya Îranê hatine armanc kirin.

Di daxuyaniya Haşdî Şabî de hate gotin ku gelek navend û karargahên fermî yên wan li gelek herêmên Iraqê di heman demê de hatin bombebaran kirin. Li gorî agahiyên destpêkê, gelek milîs hatin kuştin û gelek kesên din jî birîndar bûn.

Herwiha hate gotin ku avahî, tesîs û milkên Haşdî Şabî zirareke mezin dîtine.

Haşdî Şabî van êrîşan wekî “zêdekirineke xeternak” û “binpêkirina serweriya Iraqê” binav kir û got ku armanc rastî saziyên fermî yên ewlehiyê hatiye.

Rayedaran ragihandin ku xebatên tespîtkirina windahiyên can û malê hîn jî didomin û piştî qedandina wan, agahiyên berfirehtir dê bên weşandin.

Li gorî Fermandariya Operasyonên Neynewayê, di êrîşê de 8 endamên Haşdî Şabî hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Di heman demê de CENTCOM ragihand ku di operasyona hevbeş a bi Hêzên Çekdar ên Siûdiyê re, bingeh, depoyên çek û navendên lojîstîk yên grûpên piştgirîya Îranê li Iraqê hatine armanc kirin. Li gorî daxuyaniyê, ev operasyon bersivek bû li dijî êrîşên dronan ku di rojên dawî de li dijî hêzên Amerîkayê û binesaziya enerjiyê ya Siûdiyê hatibûn kirin.

Ev êrîş piştî êrîşên dronan li Riyad û Yenbuyê ku sê roj berê bûn, pêk hat. Siûdiyê berê grûpên çekdar ên piştgirîya Îranê li Iraqê bi van êrîşan tawanbar kiribû.

Grûpên Şîî yên ku xwe bi navê “Berxwedana Îslamî ya Iraqê” didin nasîn, van îdiayan red kirin û hişyarî dan ku her êrîşek li dijî Iraqê dê bi bersiveke tund were bersivandin.

Share this content:

Post Comment