DI LÊKOLÎNA AHBAP’Ê DE PÊLÊ ÇAREM A OPERASYONAN: 13 KES HATIN GIRTIN
Di çarçoveya lêkolîna ku Serdozgeha Giştî ya Stenbolê li ser Komeleya AHBAP dimeşîne de operasyoneke nû hate lidarxistin. Di operasyonên pêla çarem de ku sibehê hatin kirin, 13 kes hatin girtin.
Li gorî agahiyên hatine weşandin, operasyon bi koordînasyona Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê hate meşandin û karûbarên gumanbaran li navenda ewlehiyê didomin.
Di çarçoveya heman lêkolînê de, di operasyonên berê de tevî damezrînerê AHBAP’ê Haluk Levent, heta niha 28 kes hatine girtina fermî.
Herwiha hate ragihandin ku di heman dosyayê de rojnamevan Uğur Dündar û hunermend Mahsun Kırmızıgül, Gülben Ergen, Elçin Sangu û Hayko Cepkin jî tê payîn ku ji bo dayîna îfadeyê bên gazîkirin.
Lêkolîn û pêvajoya dadwerî hîn jî didome.
Share this content:



Post Comment