ÖZGÜR ÖZEL Û 91 PARLAMENTERVAN JI CHP’YÊ ÎSTÎFA KIRIN Û PARTIYA NÛ AVAKIRIN
Serokê CHP’yê Özgür Özel û bi wî re 91 parlamentervan ji partiya xwe îstîfa kirin û pêvajoya fermî ya avakirina partiyeke nû dest pê kir.
Piştî îmzekirina belgeyên avakirina Partiya Nû, Özgür Özel got: “Bila ji welat, gel, partiya me û ji hemû me re bibe xêr.”
Li gorî agahiyan, Gül Çiftçi û Murat Emir ji bo radestkirina daxwaza fermî ya avakirina Partiya Nû çûn Wezareta Karên Hundir.
Piştî qedandina proseduran, tê payîn ku Özgür Özel li Mizgefta Hacı Bayram-ı Veli nimêja Înê bike û paşê li Klûba Anadolu civîna yekem a Encûmena Damezrînerên Partiya Nû bi rê ve bibe.
Di vê civînê de tê payîn ku serok û organên partiyê bên diyarkirin û paşê jî biryarên derbarê rêxistina rêveberiya nû ya Meclîsa Tirkiyeyê bên girtin.
Share this content:



Post Comment