TEV ÇAND: HUNERMEND LI EWROPAYÊ KOMUNA HUNERAN XURT DIKIN
Hunermendên girêdayî TEV ÇANDê li bajarê Dortmundê yê Almanyayê civînek lidarxistin û di wê de plana xebatên nû yên çand û hunerê li Ewropayê nirxandin. Piştî civînê di daxuyaniyekê de bang hat kirin ku azadiya fizîkî ya Abdullah Öcalan were misoger kirin, xebatên civaka demokratîk were xurtkirin û yekîtiya neteweyî were pêşvebirin.
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dortmundê pêk hatibû ku modela komûnê di warê çand û hunerê de berfireh bibe û berpirsiyariya hunermendan di pêvajoya guherîna civakî de hate nîqaşkirin. Beşdaran diyar kirin ku di pêvajoya “Civaka Demokratîk û Aştîxwaz” de huner yek ji bingehên rêxistinkirina civakê ye û divê torên hevkarî li hemû Ewropayê mezintir bibin.
Piştî civînê, hunermend Hekîm Sefkan daxuyaniya navê TEV ÇANDê xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî banga Abdullah Öcalan ya 27’ê Sibatê 2025’an, di nav tevgerê de têgihiştinek nû ya têkoşînê hate pêşxistin û her çend aliyê dewletê gavên konkret neavêjîne jî, xebatên rêxistinkirina civakê bi biryardariyê didomin.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser wê yekê ku divê sazîyên çand û hunerê li ser bingeha têgihiştina komûnê ji nû ve bên avakirin. Hate diyarkirin ku komûn ne tenê slogane, lê her weha qadên jiyanê, rêxistinê û têkoşînê ne. Di heman demê de hat ragihandin ku hemû xebatên hunerî li Ewropayê êdî li ser bingeha modela komûnê bên meşandin.
Hunermendên TEV ÇANDê ragihandin ku wan li asta Ewropayê komûna mezin a hunermendan ava kiriye. Wisa jî gotin ku hunermendên Kurd ê nirxên azadî, çand û hevparîya civakî bi rêya hunerê bêtir belav bikin. Di daxuyaniyê de ji raya giştî re bang hate kirin ku piştgirî bide vê pêvajoyê û ji berpirsan jî hate xwestin ku şert û mercên azadiya fizîkî ya Abdullah Öcalan pêk bînin û siyaseta tecrîdê bidawî bikin.
Di daxuyaniyê de girîngiya yekîtiya neteweyî jî hate xuyakirin û hate gotin ku nebûna yekîtiyê dikare bibe sedema windahiyên mezin. Hat diyarkirin ku hunermend divê di vê pêvajoyê de rola pêşeng bilîzin û bi bingeha azadiya jinan civaka demokratîk û yekîtiya neteweyî xurt bikin.
Civîn û daxuyanî bi çepik û sloganan bi dawî bû.
Share this content:



Post Comment