CENTCOM AGAHIYÊN LI SER ARMANCÊN ÊRÎŞÊN HEWAYÎ LI DIJÎ ÎRANÊ BELAV KIR

CENTCOM AGAHIYÊN LI SER ARMANCÊN ÊRÎŞÊN HEWAYÎ LI DIJÎ ÎRANÊ BELAV KIR

Fermandariya Navendî ya Hêzên DYA (CENTCOM) agahiyên nû li ser êrîşên hewayî yên ku di 7 û 8ê Tîrmehê de li dijî Îranê hatin kirin belav kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di van operasyonan de gelek armancên leşkerî hatine hedefgirtin û ev êrîş piştî ku Îranê li dijî sê keştiyên bazirganî yên di Tengava Hürmüzê re derbas dibûn êrîş kiribû, hatine lidarxistin.

Li gorî CENTCOMê, di 8ê Tîrmehê de nêzîkî 90 armancên leşkerî hatin hedefgirtin. Di nav wan de pergala berevaniya hewayî, amûrên çavdêriya peravê, depoyên fuzeyan û balafirên bêmirov (ÎHA), hêzên deryayî û binesaziya lojîstîk a leşkerî ya li peravên Îranê hebûn.

CENTCOM diyar kir ku ev operasyon berdewamiya êrîşên ku şeva berê dest pê kiribûn bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di pêla yekem a êrîşan a 7ê Tîrmehê de jî nêzîkî 80 armancên leşkerî hatine vurkirin û di nav wan de zêdetirî 60 qeyikên bilez ên Sepaha Pasdaran a Îranê jî hebûn.

CENTCOM îdia kir ku operasyon piştî ku Îranê agirbestê şikand û li sê keştiyên bazirganî yên di Tengava Hürmüzê re derbas dibûn êrîş kir, hatine kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin armanc ew bû ku Tahran bedeleke giran bide.

Herwiha CENTCOM ragihand ku hêzên Amerîkayê li herêmê di asta bilind a amadekariyê de ne û ger pêwîst be, li gorî fermana Serokê DYA’yê dikarin operasyonên nû pêk bînin.

Share this content:

Post Comment