ÎRAN: 85 TESÎSÊN LEŞKERÎ YÊN AMERÎKAYÊ LI BEHREYN Û KUWEYTÊ HATIN ARMANCGIRTIN
Sepaha Pasdarên Şoreşa Îranê (IRGC) ragihand ku wekî bersiva êrîşên hewayî yên Amerîkayê yên şeva borî li başûrê Îranê, 85 tesîsên leşkerî yên Amerîkayê li Behreyn û Kuweytê bi mûşek û balafirên bêmirov (ÎHA) hatine armancgirtin.
Di daxuyaniya ku Ajansa Nûçeyan a Fars belav kir de hate gotin ku Amerîka bi êrîşên xwe li ser hin baregeh û cihên sivîl li Hurmuzgan û peravên Mahşehrê agirbest û mutabakata di navbera her du aliyan de binpê kiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di bersiva yekem de Hêzên Deryayî û Hêzên Hewayî û Fezayê yên Sepaha Pasdaran operasyonê hevbeş pêk anîne. Li gorî daxuyaniyê, Bendera Selman li Behreynê, qarargaha Fleeta Pêncemîn a Amerîkayê û Baregeha Hewayî ya Ali El-Salem li Kuweytê, di nav 85 tesîsên leşkerî yên Amerîkayê de bi mûşek û ÎHAyan hatine armancgirtin.
Îran herwiha îdia kir ku di operasyonê de balafirek bêmirov a MQ-9 jî hate xistin.
Di aliyê din de, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wekî bersiva êrîşên Îranê li ser gemiyên bazirganî yên di Tengava Hurmuzê re derbas dibin, zêdetirî 80 armancên leşkerî li derdora tengavê hatine vurîn.
Share this content:



Post Comment