MURAT KARAYILAN: DIVÊ DEWLET GAVÊN SOMUT ÊN KU EWLEHIYÊ AFIRÎNIN BIAVEJE
Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (HSM) Murat Karayılan got ku ji bo ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bigihîje çareseriyeke mayînde, divê dewlet gavên qanûnî û siyasî yên ku ewlehî û baweriyê biafirînin biavêje û bang kir ku nezelaliya li ser rêziknameyên qanûnî yên ku li rojevê ne were rakirin.
Karayılan di bernameya taybet a Stêrk TV’yê de bersiv da pirsên rojnamevan Delîl Ronahî. Wî li ser girîngiya meha Tîrmehê di dîroka PKK’ê de, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û rêziknameyên qanûnî yên ku li Tirkiyeyê tên nîqaşkirin nirxandin kir.
Karayılan diyar kir ku ew di stratejiya siyaseta demokratîk de bi biryar in û got ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê avakirina baweriyê di navbera aliyan de girîng e. Wî got ku gavên somut ên qanûnî û siyasî yên dewletê dê alîkariya pêvajoya çareseriyê bikin.
Herwiha bal kişand ser rêziknameyên qanûnî yên ku tên amadekirin û pirs kir: “Ma ev yasa dê hemû babetan bigire nav xwe?” Li gorî Karayılan, çareseriya demokratîk û mayînde tenê bi gavên berfireh ên qanûnî û avakirina baweriyê pêk tê.
Share this content:



Post Comment