LI VÎYANAYÊ ALÎ HAYDAR KAYTAN, ZÎLAN, DIYAR XERÎB Û AZAD ŞERGEŞ HATIN BÎRANÎN

LI VÎYANAYÊ ALÎ HAYDAR KAYTAN, ZÎLAN, DIYAR XERÎB Û AZAD ŞERGEŞ HATIN BÎRANÎN

Li paytexta Awisturyayê Vîyanayê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan Avesta û Komûna Malbatên Şehîdan, ji bo Alî Haydar Kaytan, Zîlan (Zeynep Kınacı), Diyar Xerîb (Helmet Gabar) û enternasyonalîst Azad Şergeş (Thomas Johann Spies) bîranîneke taybet hate lidarxistin.

Di Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Vîyanayê de pêk hatî de, malbatên şehîdan, nûnerên rêxistin û saziyên heval û komên enternasyonalîst beşdar bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne dest pê kir.

Li ser navê Komûna Malbatên Şehîdan, Ehmed Zîrek axivî û got ku destkeftiyên îro bi fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin û parastina mîrasa wan erkeke dîrokî ye.

Zîrek diyar kir ku Alî Haydar Kaytan yek ji kadroyên damezrîner ên PKK’yê bû û di salên dirêj de paradîgmaya ku Rêber Apo pêşxist parast û belav kir.

Wî herwiha got ku çalakiya fedayî ya Zîlan di sala 1996’an de bû xalek girîng di têkoşîna azadiya jinan de û bû sedem ku ev têkoşîn li asta navneteweyî were naskirin. Li gor wî, slogana “Jin, Jiyan, Azadî” jî bûye yek ji sembolên vê têkoşînê.

Zîrek di axaftina xwe de li ser têkoşîna Diyar Xerîb û jiyana enternasyonalîst Azad Şergeş jî rawestiya û got ku beşdariya Azad Şergeş ji Vîyanayê dest pê kir û ji bo têkoşîna li bajêr wateyek taybet heye.

Li ser navê Meclîsa Jinan Avesta, Nurcan Güleryüz got ku berxwedana Zîlan hêza jinan zêdetir kir û “Jin, Jiyan, Azadî” ji bo jinan felsefeyeke jiyanê ye. Wê diyar kir ku Şoreşa Jinan a Rojava bi fedakariyên şehîdan pêş ket.

Siyasetmedar û rojnameger Bunyad Cizîrî jî got ku her yek ji van çar kesan di dîroka têkoşîna azadiya Kurd de cihê xwe yê taybet heye. Wî got ku ev têkoşîn di pêşketina Şoreşa Rojava de roleke girîng lîstiye û perspektîfa civaka demokratîk jî encama van salan têkoşînê ye.

Di bernameyê de hevalên Azad Şergeş bîranînên xwe parve kirin û paşê helbesteke ku ji bo wî hatiye nivîsandin hate xwendin.

Di tevahiya çalakiyê de girîngiya domandina rêya têkoşîna şehîdan hate xuyakirin û berdewamkirina wê hate dubarekirin.

Bername bi sloganan bi dawî bû.

Share this content:

Post Comment