JI BO SEROKÊ ŞAREDARIYA SARAYÊ YÊ DEM PARTIYÊ DESTÛRA LÊKOLÎNÊ HATE DAYÎN
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ragihand ku di çarçoveya lêkolîna ku li ser bûyera mirina zarokê 5 salî Hamza Özsoy û birîndarbûna zarokê 9 salî Ayaz Özsoy, ku di encama êrîşa kûçikên bêxwedî de qewimî, tê meşandin, destûra lêkolînê li dijî Serokê Şaredariya Sarayê Davut Acar hate dayîn.
Di daxuyaniya wezaretê de hate gotin ku lêkolîna ku ji aliyê mufetîşên îdarî ve li ser bûyera ku di 29’ê Nîsanê de qewimî hate kirin, qediyaye.
Li gor daxuyaniyê, di encama vekolînên berfireh de hate diyarkirin ku Şaredariya Sarayê erk û berpirsiyariyên xwe yên qanûnî yên berhevkirin, lênihêrîn û rehabilîtasyona heywanên bêxwedî cih neanîne.
Hat diyarkirin ku tevî gelek daxwazên nivîskî û devkî yên ku ji aliyê welatiyan, muxtaran û saziyên fermî ve hatine kirin, şaredariyê tu çalakiya berhevkirina heywanên bêxwedî pêk neaniye.
Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin ku îdiaya şaredariyê ya ku ji bo berhevkirina heywanan wesayîteke guncaw tune ye, di encama vekolînê de nehat pejirandin. Hat ragihandin ku wesayîta xizmetê bi belgeyên fermî hatiye teslîmkirin û ev yek bi tutanakên fermî hatiye piştrastkirin.
Piştî nirxandina hemû belge û îfadeyan, mufetîşan gihiştin encama ku di vê bûyera trajîk de berpirsiyarî û îhmala Serokê Şaredariya Sarayê Davut Acar heye û ji bo wî destûra lêkolînê hat dayîn.
Hat zanîn ku pêvajoyên dadwerî û îdarî yên têkildarî mirina Hamza Özsoy û birîndarbûna Ayaz Özsoy hîn jî berdewam dikin.
Share this content:



Post Comment