GELÊ CIZÎRÊ JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MEŞIYAN

GELÊ CIZÎRÊ JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO MEŞIYAN

Gelê gelek bajar û navçeyên Herêma Cizîrê ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Öcalan du meşên mezin lidarxistin. Di meşan de gelê Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan, Dêrik, Çilaxa û Girkê Legê beşdar bûn.

Li Girkê Legê meş ji Meydana Şehîd Xebat dest pê kir. Beşdarên ji Dêrik û Çilaxa hatine jî di meşê de cih girtin. Di meşê de posterên Rêber Apo hatin hilgirtin û slogan hatin avêtin. Meş li kolanên sereke yên bajêr berdewam kir û paşê veguherî çalakiya protestoyê.

Di çalakiyê de endamê rêveberiya PYD ya Cizîrê Mihemed Ebdurehîm axivî û got daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo aşitî, demokrasî û iradeya hevpar a gelan girîng e.

Meşa duyemîn li Dirbêsiyê bi beşdariya gelê Til Temir û Zirganê ji Xaçerêya Serêkaniyê dest pê kir û ber bi navenda bajêr ve domand.

Li wir endamê Meclîsa Hevserokatiya PYD’yê Aldar Xelîl got ku gel ji bo azadiya Rêber Apo li dora hev civiyaye. Wî diyar kir ku Rêber Apo salan e di zindanê de ye û fikir û felsefeya wî bingeha avakirina neteweya demokratîk tê hesibandin.

Xelîl herwiha bal kişand ser têgihiştina jiyana azad û azadiya jinan ya Rêber Apo û got ku gelên herêmê li gorî van fikiran têkoşîna xwe didomînin.

Share this content:

Post Comment