KARAYILAN: NETEWEYEK KU ZIMANÊ XWE NIKARE BIPARÊZE, HEBÛNA XWE JÎ NIKARE BIPARÊZE

KARAYILAN: NETEWEYEK KU ZIMANÊ XWE NIKARE BIPARÊZE, HEBÛNA XWE JÎ NIKARE BIPARÊZE

Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (HSM) Murat Karayılan di vesîleya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî de got ku êrîş û siyaseta asîmîlasyonê li dijî zimanê Kurdî hîn jî berdewam e û divê her Kurd li hember vê yekê li ser zimanê xwe raweste. Wî got: “Ziman bingeha hebûna neteweyan e. Netewe ku nikare zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze.”

Karayılan di bernameya taybet ya li ser Stêrk TV’yê de got ku Roja Zimanê Kurdî ne tenê rojeke sembolîk e, lê her wiha roja muhasebeyê ye ku Kurd divê li xwe binêre ka çiqas li ser zimanê xwe rawestiye.

Wî diyar kir ku Kurdî zimanekî kevnar û kûr e û roleke bingehîn di pêşketina civakê, çêbûna çandê û parastina nasnameya neteweyî de heye. Li gorî Karayılan, “Ziman tenê amûra ragihandinê nîne; hişmendî, çand û wateya jiyanê ye.”

Karayılan bal kişand ser mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê û got ku gava zimanek nebe zimanê perwerdehiyê, ev tê wateya siyaseta tunekirinê. Wî got ku dewletên netewe bi siyaseta zimanê yekane gelek zimanan tunekirine, lê Kurdî bi berxwedanê heta niha maye.

Karayılan her wiha li dijî daxistina tabelayên Kurdî li Rojava reaksiyon nîşan da û got ku gelê Rojava bi bedelên giran mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi dest xistiye û divê ji van destkeftiyan paşde neçe.

Wî got ku pirbûna devokên Kurdî ne kêmasî ye, lê dewlemendiyek e. Wî bang kir ku divê tu devokek neyê lawazkirin û taybet bal kişand ser parastina Kirmanckî/Zazakî.

Karayılan ji saziyên Kurdî û partiyên siyasî jî xwest ku tenê daxuyanî nekin, lê xebatên pratîk bikin. Wî pêşniyar kir ku komûnên zimanê û navendên hînkirina Kurdî bên avakirin û heta qehwexaneyan jî di demên taybet de bibin navendên hînkirina Kurdî.

Ji ciwanan re jî peyam da û got ku divê li hemberî siyaseta asîmîlasyonê hişyar bin. Wî got: “Ziman di heman demê de çand e. Ciwanên Kurd divê her derê bi serbilindî zimanê xwe biaxivin û pêşeroja xwe li ser vê bingehê ava bikin.”

Share this content:

Post Comment