VEGERA EFRÎNÊ DIDOME: KARWANÊ PÊNCEM GIHÎŞT MALÊN XWE
Vegera kesên ku ji ber şer û pevçûnan ji Efrînê hatibûn derxistin berdewam dike. Karwanê pêncem ê ku ji nêzîkî hezar kesan pêk tê, piştî rêwîtiyek dirêj gihîşt malên xwe li Efrînê.
Karwan duh sibehê ji Qamişloyê derketibû û di şeva 10’ê Gulanê de dereng gihîşt Efrînê. Hat ragihandin ku malbatên ku gihiştine herêmê dest bi bicihbûnê kirine.
Berê di 9’ê Adara 2026’an de karwanê yekem ê ku ji nêzîkî 400 malbatan pêk dihat vegeriyabû Efrînê. Piştre di 4’ê Nîsanê de karwanê duyem ê nêzîkî 200 malbatan û di 14’ê Nîsanê de jî karwanê sêyem ê ku ji nêzîkî 800 malbatan pêk dihat gihiştibû herêmê.
Karwanê çarem ê ku ji nêzîkî hezar malbatan pêk dihat jî roja Şemiyê 10’ê Gulanê gihiştibû malên xwe li Efrînê. Bi van vegeran re hejmarê malbatên vegeriyane Efrînê zêde bûye.
Share this content:



Post Comment