ÎTALYA PEYMANEYA PARASTINÊ BI ÎSRAÎLÊ RE RAWESTAND

ÎTALYA PEYMANEYA PARASTINÊ BI ÎSRAÎLÊ RE RAWESTAND

Serokwezîrê Îtalyayê Giorgia Meloni ragihand ku ji ber şertên siyasî yên derbarê şerê Rojhilata Navîn de, wan nûkirina otomatîk ya peymaneya parastinê bi Îsraîlê re rawestand.

Meloni di seredana xwe ya li Verona de got: “Li gor şertên heyî, hikûmetê biryar da ku nûkirina otomatîk ya vê peymanê rawestîne.”

Çavkanîyên diplomatik ên Îtalyayê jî vê biryarê erê kirin û diyar kirin ku domandina peymanê ji aliyê siyasî ve zor bûye. Ev peyman ku di sala 2006’an de hate pejirandin, her pênc salan carekê bi awayekî nepenî tê nûkirin.

Peyman di navbera her du welatan de li ser hevkariya sanayiya parastinê, perwerdehiya leşkerî û lêkolînê hate avakirin.

Ji aliyê Îsraîlê ve jî hat gotin ku ev biryar bandoreke girîng li ewlehiya welatê wan nake. Sozcûyê Wezareta Derve ya Îsraîlê Oren Marmorstein got ku ev peyman “peymanek kevn a bê şertên girîng” e.

Têkiliya di navbera her du welatan de piştî ku Îtalyayê îdia kir ku hêzên Îsraîlê li Lubnanê li ser konvoya leşkerên aştîparêz ên Birleşmiş Milletler agirê hişyariyê vekirin, zêdetir germ bû.

Share this content:

Post Comment