SEROKWEZÎR MESRUR BARZANÎ: ARMANC KIRINA SIVÎLAN SUÇEKE ŞERÊ YE

SEROKWEZÎR MESRUR BARZANÎ: ARMANC KIRINA SIVÎLAN SUÇEKE ŞERÊ YE

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, li ser êrîşa ku li sinorên Erbilê du sivîl jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyek kir û armanc kirina sivîlan wekî “suçê şerê” binav kir û bi tundî şermezar kir.

Valiyê Erbilê Omed Xoşnav di daxuyaniya xwe ya sibehê de ragihand ku li gundê Zergezewi yê nahiyeya Darşekranê dronek ket. Li gor agahdariyan, ev drone rasterast xaniyek sivîl armanc kir. Di encamê de Musa Zrari û jina wî Müjde Esad Hasan jiyana xwe ji dest dan.

Mesrur Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir ku bi kederê mezin ev nûçe wergirtiye û got: “Ez bi kederê mezin nûçeya êrîşa ku li ser xaniyê yek ji Pêşmergeyan hate kirin û bû sedema şehîtbûna wî û jina wî, wergirtim.”

Barzanî êrîş bi tundî şermezar kir û got: “Ez vê sûcê ne mirovane bi tundî şermezar dikim û kesên berpirs lanet dikim.”

Di domandina peyama xwe de, Barzanî bal kişand ser vê yekê ku armanc kirina sivîlan nayê qebûl kirin û got: “Armanc kirina sivîlan û xaniyên wan suçê şerê ye. Divê ev êrîşên li dijî gelê Kurdistanê bidin dawîn û bi bahane bêbingeh ev êrîş ne berdewam bibin.”

Share this content:

Post Comment