LI IRAQ Û BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ ŞEV TÊKDE DRON Û FÛZE HATIN ATIN

LI IRAQ Û BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ ŞEV TÊKDE DRON Û FÛZE HATIN ATIN

Bandora pevçûnên ku di navbera Îranê û Amerîka–Îsraîl de zêde dibin, li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî berdewam dike. Di rojên dawî de êrîşên bi dron û fûzeyan li herêmê zêde bûne û şeva borî jî berdewam kirin. Li gorî agahdariyan, di êrîşên ku li gelek cihan hatin kirin de du sivîl birîndar bûn.

Piştî ku şer di 28’ê Sibatê de dest pê kir û her ku diçe berfireh dibe, li Iraq û Başûrê Kurdistanê bi taybetî bingeha leşkerî û cihên stratejîk hatine armanc kirin. Hebûna hêzên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê û hebûna komên çekdar ên nêzîkî Îranê wekî sedem têne nîşandan û êrîş di van rojên dawî de zêdetir bûne.

Çiyayê Korek dîsa hate armanc kirin

Li gorî agahdariyên ku hatine bidestxistin, şeva borî derdora Çiyayê Korek dîsa hat bombebaran kirin. Bi vî awayî, ev sêyemîn êrîşa li ser vê herêmê di vê hefteyê de bû. Heta niha di derbarê êrîşê de daxuyaniyek fermî nehatiye kirin, lê gerîlî li herêmê berdewam dike.

Her weha şeva borî li saetên dereng, li taxa Westa Receb ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Soranê dronek kamîkaze ket. Di bûyerê de du sivîl birîndar bûn û hat zanîn ku birîndaran hatine tedawî kirin.

Di heman demê de hate ragihandin ku gundê Kewertê yê girêdayî qezaya Çomanê û gundê Dergele yê li herêma Wertê jî bûne hedefa êrîşan.

Êrîşa dronan li qadên petrolê

Ji aliyekî din ve, şeva berê li derdora Çiyayê Gare li nêzî sînorê Amediyê yê parêzgeha Duhokê, birîyên petrolê yên Çemanke jî bi dronan hatin armanc kirin. Piştî vê êrîşê, şirketa petrolê ya Amerîkî HKN Energy ku li herêmê dixebite, daxuyand ku ji ber sedemên ewlehiyê hemû çalakiyên xwe rawestand.

Li gorî çavkaniyên herêmî, şirket ji bo ewlehiya karmendên xwe û parastina amûrên teknîkî qad vala kir û hilberîna petrolê bi awayekî demkî rawestand.

Di navbera Kerkûk û Silêmaniyê de dronek hate xistin

Navenda Medyayê ya Ewlehiyê ya Iraqê jî ragihand ku dronek ku dixwest tesîsekê di navbera parêzgehên Kerkûk û Silêmaniyê de armanc bike hate xistin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dron di saet 22:10’an de hate xistin û tîmên taybet hatin cihê bûyerê da ku lêkolîn bikin. Hat diyarkirin ku di bûyerê de zirarek nehatiye çêkirin.

Îddîaya ketina balafirekî şer a Amerîkayê li Basrayê

Ji aliyekî din ve, îddîa hatin belavkirin ku li parêzgeha Basrayê balafirekî şer a Amerîkayê ket. Fermandariya Polîsê Basrayê di daxuyaniyek kurt de got ku hîn jî di derbarê sedema qezayê de agahdariyek tune ye û hêzên ewlehiyê li pey pîlotê balafirê digerin.

Pêşveçûnên dawî nîşan didin ku Iraq û Başûrê Kurdistanê hîn jî di bin bandora pevçûnên berfireh ên li Rojhilata Navîn de ne.

Share this content:

Post Comment