Lİ REQA Û TEBQA’YÊ QEDEXEYA DERKETİNA DERVEYÎ MALÊ YA Bİ SÎNOR A KU DEMÊN ŞEVÊ DİHEWÎNE
Meclîsên rêvebirî yên kantonên Reqa û Tebqa, di çarçoveya tedbîrên ewlehiyê de, li seranserê kantonan qedexeya derketina derveyî malê ya bi sînor ragihandin. Li gorî biryara hatî girtin, ev qedexe di her du herêman de ji saet 22:00 ê êvarê heta saet 06:00 ê sibê dê were sepandin.
Meclîsa Rêvebirî ya Kantona Reqa ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê, bi belavkirina rêznameya jimare 1, ragihand ku qedexeya derketina derveyî malê dê ji 13’ê Rêbendanê 2026’an ve bikeve meriyetê. Di rêznameyê de hate diyarkirin ku qedexe bi demek nenas dê bidome û ji hemû xelkê re hate xwestin ku biryarê bi rêz bikin.
Meclîsa Rêvebirî ya Kantona Tebqa jî bi daxuyaniyekê wisa ragihand ku li seranserê kantonê dê di demên şevê de qedexeya derketina derveyî malê ya bi sînor were sepandin.
Hêzên ewlehiyê yên li her du kantonan, ji hemû welatanan xwestin ku rêznameyan bi rêz bikin û bi desthilatdarên têkildar re hevkariyê bikin. Di daxuyaniyan de hate gotin ku ev tedbîr ji bo parastina ewlehî û aramiyê ya herêmê hatiye girtin.
Share this content:



Post Comment