DSG: KOMÊN ÇEKDAR ÊN GİRÊDAYÎ ŞAMÊ Lİ DEYREZORÊ GULE Lİ NUQTEYÊN ME AVÊTİN

DSG: KOMÊN ÇEKDAR ÊN GİRÊDAYÎ ŞAMÊ Lİ DEYREZORÊ GULE Lİ NUQTEYÊN ME AVÊTİN

Hêzên Sûriya Demokratîk (DSG) ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hukûmeta demkî ya Şamê li gundewarê Deyrezorê êrîş li ser nuqteyên DSG kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandinê ya DSG, êrîş şeva borî saet 23.25’an de li bajaroka Ebu Hemamê ya li rojhilata gundewarê Deyrezorê pêk hat. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku komên çekdar ji aliyê din ê Çemê Firatê bi çekên otomatîk nuqteyên DSG hedef girtin.

Di êrîşê de di nav hêzên DSG de tu ziyanê jiyanê nehat tomarkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şervanên DSG bi lez bersiv da çavkaniyên ku gule ji wan re dihatin avêtin. Daxuyanî diyar dike: “Hêzên me bo ewlehiyê ya nuqteyan û parastina herêmê hemû tedbîrên pêwîst girtin.”

Di daxuyaniya DSG de ev gotin hatine bikaranîn:
“Şeva borî saet 23.25’an de, komên çekdar ên girêdayî hukûmeta Şamê ji aliyê din ê Çemê Firatê bi çekên otomatîk li nuqteyên hêzên me yên li bajaroka Ebu Hemamê ya li rojhilata gundewarê Deyrezorê êrîş kirin. Di nav hêzên me de tu şehîd an jî birîndar tune ye. Hêzên me bi lez bersiv da çavkaniyên êrîşê û bo ewlehiyê ya herêmê hemû tedbîrên pêwîst girtin.”

Di heman demê de, piştî êrîşên li ser herêmên Kurdên Halepê, tê gotin ku hukûmeta demkî ya Şamê çekên giran û hejmareke mezin a çekdarên xwe ber bi aliyê Deyr Hafirê ve şandin.

Share this content:

Post Comment