4 CIWANÊN DEM PARTIYÊ YÊN HATIBÛN GIRTIN BI ŞERTA KONTROLA DADWERÎ HATIN BERDAN

4 CIWANÊN DEM PARTIYÊ YÊN HATIBÛN GIRTIN BI ŞERTA KONTROLA DADWERÎ HATIN BERDAN

Li taxa Artûklû ya Mêrdînê, 4 ciwanên endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiya Mêrdînê, yên di êrîşên ser malan de hatibûn girtin, piştî derxistina wan pêşberî dadgehê bi şerta kontrola dadwerî hatin berdan.

Di êrîşên ser malan de ku êvara duh li taxa Minsurîyê ya girêdayî Artûklû (Artuklu) ya Mêrdînê pêk hatin, Mahsum Çalhan, Serhat Akpınar, Abdulkadir Elmas û Bilal Elmas hatin girtin.

Hat fêmkirin ku ev ciwanên endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiya Mêrdînê ne, ji ber daliqandina pankartê hatibûn girtin.

Piştî pêvajoya li cem polîsan, ciwan hatin şandin Dadgeha Mêrdînê. Dozgeriyê îfadeyên wan li ser îdiaya “propagandaya rêxistinê kirin” girt.

Piştî girtina îfadeyên dozgeriyê, 4 ciwan hatin derxistin pêşberî Dadgeha Aştî ya Cezayî ya Mêrdînê û bi şerta kontrola dadwerî hatin berdan.

Share this content:

Post Comment