SERNAV: SEZAÎ TEMELLÎ: JI BO ÇARESERIYA DOMDAR DIVÊ REFORMÊN ZAGONÎ BÊN JIYAN KIRIN
Hevserokê Koma DEM Partiyê ya Meclîsê Sezaî Temellî got ku ji bo derbaskirina krîzên siyasî yên li Tirkiyeyê divê di pirsgirêka Kurd de gavên somut û demokratîk bên avêtin. Temellî bang kir ku ji bo gihiştina çareseriya domdar reformên zagonî bi lez bên jiyan kirin.
Temellî diyar kir ku divê pêvajoya muzakereyê demokratîk bibe û bal kişand ser girîngiya diyarkirina statûya zagonî ya aliyan. Wî got ku şert û mercên li Îmraliyê pêvajoyê neyînî bandor dikin û got: “Tecrîdeke qismî ya bê nav didome.”
Temellî anî ziman ku PKK’ê bi biryarên kongre û fesihê gavên girîng avêtine, lê got ku hikûmetê heta niha bersivek somut nedaye. Wî got: “Li aliyê din kêmasiya kiryarê heye. Daxuyaniyên niyeta baş bi tena serê xwe têrê nakin.”
Temellî got ku ji bo çareseriya domdar divê qanûnek taybet were amadekirin û ev qanûn hemû beşên civakê bigire nav xwe. Wî bal kişand ser girîngiya xurtkirina siyaseta demokratîk û got ku divê pêvajo bi têgihiştineke serpartiyan were meşandin.
Temellî herwiha biryara “mutlak butlan” ya derbarê CHP’ê de nirxand û got ku destwerdana dadgehê di karûbarên navxweyî yên partiyên siyasî de nayê qebûlkirin. Wî got ku van cûre pratîkan krîzên siyasî kûrtir dikin û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê prensîba dewleta mafê divê were xurtkirin.
Share this content:



Post Comment