ÖNDER APO: PÊŞEROJA ROJHILATA NAVÎN DI AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK DE YE
Önder Apo di peyama xwe ya ji Konferansa Konfederalîzma Demokratîk re, ku li bajarê Torîno yê Îtalyayê hate lidarxistin, diyar kir ku bidestxistina aştiya mayînde li Rojhilata Navîn girêdayî bihêzkirina siyaseta demokratîk û yekîtiya azad û wekhev a gelan e. Wî tekez kir ku siyasetên şer û serdestiyê aşitiyê ji gelan re neanîne û got: “Pêşeroja Rojhilata Navîn ne di şerên nû û ne jî di têkiliyên nû yên serdestiyê de ye, lê di avakirina civaka demokratîk de ye. Rizgarî di yekîtiya azad a gelan û bihêzkirina siyaseta demokratîk de ye.”
Önder Apo ji Îmraliyê silavên xwe ji beşdarên konferansê re şandin û peyama xwe bi hestên piştgiriya enternasyonalîst û azadiyê dest pê kir. Wî hêvî kir ku konferans di pêşxistina wekhevî û azadiya gelan û avakirina aştiya mayînde li Rojhilata Navîn de beşdarî bike.
Önder Apo diyar kir ku Rojhilata Navîn di demeke girîng de derbas dibe. Wî got ku şer, pevçûn, çareseriyên li ser bingeha dewleta-neteweyî û siyasetên ewlehîparêz aşitî û azadiyê ji gelan re neanîne. Wî tekez kir ku erkê bingehîn devjêberdana siyaseta şer, esasgirtina siyaseta demokratîk, rêxistinkirina civakê û avakirina serdemeke nû ye ku tê de gel bikaribin bi awayekî wekhev û azad bi hev re bijîn.
Önder Apo diyar kir ku perspektîfa konfederalîzma demokratîk û Komara Demokratîk di nav mijarên sereke yên nîqaşa vê lêgerînê de cih digire. Wî got ku fesihkirina PKK’ê û bidawîbûna stratejiya têkoşîna çekdarî divê wekî destpêka serdemeke nû were dîtin. Li gorî wî, ev guhertin hewcedariya nêrînek nû li ser mijarê derdixe holê.
Önder Apo tekez kir ku bidawîbûna têkoşîna çekdarî bi tena serê xwe nayê wê wateyê ku aşitî hatiye. Wî got ku ji bo ku aşitî di dawiyê de bibe mayînde, divê sedemên pevçûnê bên rakirin. Wî bal kişand ser girîngiya misogerkirina hebûn, ziman û çanda Kurdî, rakirina astengên li pêşiya siyaseta demokratîk û dabînkirina mafê hemwelatiya wekhev bi garantiyên hiqûqî.
Önder Apo diyar kir ku entegreya demokratîk divê ne wekî lihevhatineke yekalî an jî tevlêbûna bê şert û merc a nava pergala heyî were fêmkirin. Wî got ku ev pêvajoy divê veguherîneke demokratîk be ku tê de cihêtiyan înkar nakin, maf tên naskirin û jiyana hevpar li ser bingeha wekheviyê tê avakirin.
Wî got ku bersiva siyaseta demokratîk komara demokratîk e û garantîya civaka demokratîk jî hiqûq e. Önder Apo tekez kir ku bêyî garantiyên hiqûqî, siyaseta demokratîk nikare bibe mayînde û pêvajoya aşitiyê jî nikare bigihîje serkeftinê.
Önder Apo diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji demokratîzekirina Tirkiyeyê nayê veqetandin. Wî got ku demokratîzekirina Tirkiyeyê jî bi derketina îradeyeke siyasî ya ku dikare jiyana hevpar a wekhev û azad a gelan misoger bike, girêdayî ye.
Önder Apo li ser girîngiya perspektîfa konfederalîzma demokratîk ji bo Rojhilata Navîn rawestiya û tekez kir ku çareserî ne di helandina gelan de di bin nasnameyekê de ye, ne jî di veguherandina sînor û cihêtiyan de wekî çavkaniyên pevçûnên nû, an di avakirina serdestiyeke nû ya dewletî de ye.
Önder Apo guhertina ku herêm pêdiviya wê heye wiha pênase kir: divê li şûna siyaseta şer, siyaseta demokratîk; li şûna înkarê, naskirin; li şûna zorê, hiqûq; û li şûna perçebûna civakî, jiyana hevpar a azad û wekhev were. Wî diyar kir ku ev veguherîn berpirsiyariya dewletan û aktorên siyasî, bihêzkirina saziyên demokratîk û mafê civakê yê xwedî gotin û biryarbûnê li ser pêşeroja xwe hewce dike.
Di dawiya peyama xwe de, Önder Apo hêvî kir ku konferans bi nîqaşkirina perspektîfa konfederalîzma demokratîk di şert û mercên îroyîn de, rêyên pratîk ên çareseriya demokratîk derxe holê. Wî tekez kir ku ji bo aştiya mayînde, divê cihê çekan siyasete, cihê bêbaweriyê hiqûqê û cihê înkarê wekheviyê bigire.
Önder Apo peyama xwe bi dubarekirina baweriya xwe ya bi aşitî û azadiyê bi dawî kir. Peyam bi îmzeya Abdullah Öcalan ji Îmraliyê hatiye şandin.
Share this content:



Post Comment