OBDER APO: BILA VÊ KONFERANSÊ ZANIYA JIYANA AZAD MEZIN BIKE

OBDER APO: BILA VÊ KONFERANSÊ ZANIYA JIYANA AZAD MEZIN BIKE

Önder Apo di peyama xwe ya ji Konferansa Jineolojiyê re şand de xwest ku hem rabirdûya Jineolojiyê hem jî pêşeroja wê were nîqaşkirin. Wî bang kir ku hebûna jinê bi awayekî rast were pênasekirin û zanîna jiyana azad were pêşxistin. Önder Apo got: “Projeya min a nîvco, bi hêza van nîqaşan dê xwe temam bike. Baweriya min bi we re bê sînor e.”

Önder Apo di peyama xwe ya ji Konferansa Jineolojiyê re şand de cihê azadiya jinê di lêgerîna wî ya jiyanê de, armanca derketina Jineolojiyê û rola pêşeng a jinan di pêvajoya aşitî û demokrasiyê de nirxand.

Önder Apo diyar kir ku ji zarokatiya xwe ve lêgerîneke wî hebûye ku hebûna azad a jinê bibîne û ji bo wê cihê jiyanê yê layiq ava bike. Wî got ku ev lêgerîn piştî ku hevalên lîstikê ji destê wan hatin girtin û xwişka wî li hember çenteyekê bulgurê hate şandin, kûrtir bû. Wî diyar kir ku di berxwedana bêdeng a jinên gund û vejîna mîrateya ji dayîkên xwedawend mayî de derfetên rizgariyê dîtine. Önder Apo tekez kir ku birîna herî kûr a civakê kolekirina jinê ye. Wî got ku bêyî famkirina vê rastiyê, azadî, wekhevî û demokrasiyeke rastîn ne mimkûn in.

Önder Apo got ku dema Jineolojî pêş xist, armanca wî tenê afirandina têgeheke nû nebû. Armanca wî ew bû ku hebûna jinê di rastiya wê ya dîrokî û civakî de ji nû ve pênase bike û jinê ji rewşa tiştekî bêhêz û nesîv derxîne û bike xwedî rol û biryardar. Wî diyar kir ku dixwest zanîna dayîk-xwedawendan û şêwaza jiyana jin-navend a serdema Neolîtîkê, ku şaristaniya baviksalar a bi hezaran salan ew veşartibû, ji nû ve were eşkerekirin. Önder Apo kolekirina jinê wekî birînekê di bin gelek pirsgirêkên civakî de pênase kir. Wî got ku Jineolojî wekî zanistekê hatiye dinyayê ku vê birînê nas dike, dixwaze wê ji holê rake û li şûna wê zanîna jiyana azad bi cih bike.

Önder Apo diyar kir ku xebat, nivîs, nîqaş û rêxistinbûnên ku heta niha di nav Jineolojiyê de hatine meşandin, nîşan didin ku ev qad di heman demê de şêwazeke jiyanê ye. Wî got ku perspektîfa jinê di vê pêvajoyê de bûye nefeseke nû. Wî tekez kir ku paqijkirina nasnameya jinê ji qalibên zayendperestiyê, afirandina qadên taybet ên raman û çalakiya jinan û nivîsandina dîroka xwe, erk û berpirsiyariyeke bingehîn a li hember mirovahiyê ye.

Önder Apo li ser girîngiya gotina “mirov jin nayê dinê, jin dibe” rawestiya û diyar kir ku ev pêvajoya bûnê divê ne di nav sînorên ku ji aliyê mêran ve tên ferzkirin de, lê bi hêza xwe ya jinan pêk were. Wî got ku divê her jin xwedî odeya xwe, dengê xwe û zanîna xwe be.

Önder Apo got ku di vê pêvajoyê de ew jî her tim xwe û têgihiştina xwe ya mêranî pirsiyar kiriye û xwe nû kiriye. Wî diyar kir ku armanca wan rizgarbûna ji mêranîya serdest a bi sed salan e. Wî got ku prensîba bingehîn a sosyalîzmê azadiya jinê ye. Li gorî wî, pîvana ku nîşan dide zilamek bi rastî sosyalîst e, ew e ku têkiliyek rast, wekhev û azad bi jinê re ava bike. Wî diyar kir ku di gelek ezmûnên mezin ên sosyalîst ên dîrokê de ev prensîp kêm maye û ev kêmasî bûye sedema nîvco mayîna şoreşan. Önder Apo got ku veguherîna mêran û azadbûna wan bi jinan re ji bo wî erkeke bingehîn e.

Önder Apo diyar kir ku lêgerîna aşitî û demokrasiyê ne tenê pêvajoyeke muzakereya siyasî ye, lê di heman demê de pêvajoyeke ji nû ve avakirina civakê ye. Wî got ku jin dê pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Wî destnîşan kir ku zêdetirî nîvê destkeftiyên girîng ên heta niha bi ked, berxwedan û hişmendiya jinan pêk hatine. Wî tekez kir ku Jineolojî divê berdewam bibe bingehê zanistî û îdeolojîk ê vê pêşengiya jinan.

Önder Apo di peyama xwe de got ku ew ê berdewam bike ku bi jinan re bifikire û hilberîne. Wî diyar kir ku wateya jiyanê ji bo wî di azad jiyana jinê de xwe diyar dike.

Önder Apo bang li konferansê kir ku pêşeroja Jineolojiyê jî wekî rabirdûya wê were nîqaşkirin, hebûna jinê bi awayekî rast were pênasekirin û zanîna jiyana azad were mezin kirin. Wî got ku projeya wî ya nîvco bi hêza van nîqaşan dê temam bibe û peyama xwe bi gotina “Ji bîr nekin ku ez her dem bi we re me” bi dawî kir.

Peyam bi îmzeya Abdullah Öcalan ji Îmraliyê hatiye şandin.

Share this content:

Post Comment