MSD’Ê ÊRÎŞÊN LI SER MALBATÊN KURD LI GIRÊ SPÎ MEHKÛM KIRIN

MSD’Ê ÊRÎŞÊN LI SER MALBATÊN KURD LI GIRÊ SPÎ MEHKÛM KIRIN

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), êrîşên li ser malbatên Kurd ên vegeriyane Girê Spî mehkûm kir û tekez kir ku berpirsiyariya parastina sivîlan û dabînkirina ewlehiya wan li ser hikûmeta demkî ye. MSD bang li vekirina lêpirsînek serbixwe, bêalî û berfireh kir da ku hemû aliyên êrîşan bên eşkerekirin û berpirsiyar bên darizandin.

MSD di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrîşên li ser malbatên Kurd sûdekî li dijî sivîlên bêçek e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev bûyer binpêkirineke eşkere ya rûmet û mafên sivîlan e û rasterast mafê malbatan ê vegera ewle ya malên xwe hedef digire. MSD bal kişand ser vê yekê ku ev cure êrîş her wiha metirsiyeke cidî li ser aştiya sivîl û hevjiyana di navbera pêkhateyên cuda yên civaka Sûriyê de çêdike.

MSD diyar kir ku berpirsiyariya tevahî ya parastina sivîlan û malên wan, rawestandina van êrîşan û pêşîgirtina li dubarebûna wan dikeve ser milê hikûmeta demkî. Meclisê tekez kir ku divê desthilatdarî tedbîrên pêwîst bigire.

MSD daxwaza lêpirsînek serbixwe, bêalî û berfireh kir da ku şert û mercên ku êrîş tê de pêk hatine bên eşkerekirin, kesên ku êrîş pêk anîne û kesên ku wan teşwîq kirine bên darizandin û çanda bêcezabûnê bi dawî bibe.

Di daxuyaniyê de her wiha girîngiya parastina sivîlan, dabînkirina dadmendiyê û garantîkirina mafê vegera wan a malên xwe hate destnîşankirin. MSD diyar kir ku ev bingeh ji bo avakirina Sûriyeke yekgirtî ne; Sûriyeke ku mafên hemû pêkhateyên wê tê de tên naskirin û li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev ava dibe.

Share this content:

Post Comment