LI ŞÊXMEQSÛDÊ ERÎŞEKE NÛ: DAXUYANIYA HÊZÊN EWLEHIYÊ YA HUNDIRÎ
Hêzên Ewlehiyê yên Hundirî ragihandin ku li herêma El Şîhan a ku di nav taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê de ye, cihên kontrolê yên wan rastî erîşa komên çekdar yên girêdayî Hukûmeta Derbasker a Sûriyê hatin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kir ku bi çarçoveya parastina xwe ya rewa li dijî erîşê bersiv hate dayîn.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên çekdar yên girêdayî Hukûmeta Derbasker a Sûriyê dîsa carek din agirbestê binpê kirin û cihên Hêzên Ewlehiyê yên Hundirî yên li El Şîhanê armanc kirin. Hêzên Ewlehiyê jî bi lez bersiv da erîşê.
Hêzên Ewlehiyê yên Hundirî diyar kir ku di dema erîşê de komên çekdar du fîşekên RPG-7 li ser xala kontrolê avêtin û ku hêzên wan tenê bi armanca parastinê hereket kirin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate vurgul kirin ku hêzên ewlehiyê bi serbirî û aqil hereket kirin û ji bo ku tansiyona herêmê zêde nebe û erîşên nû nehatin pêkanîn, bi aliyên têkildar re di têkiliyê de ne.
Share this content:



Post Comment