LI BER DERYAYÊ CÎBÛTÎ QEYIKÊ PENABERAN HAT BINAVBÛN: HERÎ KÊM 109 KES MIRIN
Ji ber binavbûna qeyikeke penaberan ku ber bi Yemenê ve diçû, li ber deryaya Cîbûtî herî kêm 109 kes jiyana xwe ji dest dan. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ragihand ku zêdetirî 116 kes jî winda ne.
Li gorî daxuyaniya IOM’ê ya roja Yekşemê, qezayê di şeva di navbera 8 û 9’ê Cotmehê de li Kendava Adenê pêk hat. Li gorî agahiyên ku kesên rizgarbûyî dane, qeyika ku ji Cîbûtî ber bi Yemenê ve rabûbû, nêzî 350 kesan hilgirtibû.
Hat ragihandin ku qeyik li nêzî Guhere, li bakurê bajarê Obock ê Cîbûtî, zivirî û binav bû. IOM’ê diyar kir ku di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de 15 zarok jî hene.
Piştî qezayê zêdetirî 80 kes hatin rizgarkirin. Li gorî agahiyên rêxistinê, hemû kesên rizgarbûyî hemwelatiyên Etiyopyayê ne. Tîmên IOM’ê bi hevkariya desthilatdarên herêmî li qadê ne û ji bo gihandina alîkariya lezgîn ji kesên ku ji qezayê bandor bûne xebatên xwe didomînin.
IOM’ê bal kişand ser vê yekê ku xizanî, bêewlehî û bandorên her ku diçe girantir dibin ên guherîna avhewayê gelek kesan dixin rêwîtiyên xeternak. Rêxistinê got ku tevî zêdebûna bêîstîqrariya li Rojhilata Navîn, gelek kes ji bo dîtina şert û mercên jiyanê yên baştir hîn jî vê rêyê bikar tînin.
Share this content:



Post Comment