HIKÛMETA IRAQÊ: EM BERPIRSÎBÛNA XWE YA TAM JI BO PARASTINA MAFÊN ÊZÎDIYAN DÎSA TEYÎD DIKIN

HIKÛMETA IRAQÊ: EM BERPIRSÎBÛNA XWE YA TAM JI BO PARASTINA MAFÊN ÊZÎDIYAN DÎSA TEYÎD DIKIN

Hikûmeta Iraqê li ser entegrasyona Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) di nav saziyên ewlekariya Iraqê de daxuyaniyek da û berpirsîbûna xwe ya parastina hemû mafên gelê Êzîdî dîsa teyîd kir. Di daxuyaniyê de her wiha behsa veguhastina berpirsiyariya ewlekariya Çiyayê Şengalê bo hêzên federal hate kirin.

Berdevkê Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, Sabah Numan, hûrguliyên daxuyaniya hikûmetê ya derbarê entegrasyona YBŞ û YJŞ di nav saziyên ewlekariya Iraqê de parve kir.

Li gorî daxuyaniyê, dê roja Duşemê, 26’ê Cotmeha 2026’an, di bin serokatiya Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Ali Zeydi, merasîmeke fermî were lidarxistin. Di vê merasîmê de dê rewşa leşkerî ya YBŞ were fermîkirin, ev hêz di nav hêzên ewlekariya Iraqê de were entegrekirin û ewlekariya Çiyayê Şengalê jî ji hêzên federal re were veguhastin.

SÎYASETA RÊKXISTINA ÇEKAN DI BIN KONTROLA DEWLETÊ DE

Hikûmeta Iraqê ragihand ku ev gav di çarçoveya siyaseta rêkxistina çekan di bin kontrola dewletê de tê avêtin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev siyaset ji aliyê hikûmetê ve hatiye biryardan û di bernameyên fermî û rêwerzên erkên wezarethan de hatiye bicihkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku ev pêvajo ji bo diyarkirina berpirsiyariyên têkildarî ewlekariya Şengalê jî destkeftiyeke girîng e.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser fedakariyên mezin û bêhempa yên civaka Êzîdî, ku li seranserê Iraqê û bi taybetî li herêma Şengalê li dijî terorîzm û hewldanên tundrewiyê derketiye pêş. Hate gotin ku ev gav careke din girêdana zarokên civaka Êzîdî bi prensîbên neteweyî nîşan dide.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Destûra Bingehîn a Iraqê her cure çalakiyên derveyî çarçoveya qanûnî qedexe dike. Her wiha hate tekez kirin ku hilgirtina çekan bi xwe armancek nîne, lê amûrek e ji bo parastina welêt li gorî destûr û qanûnan.

Hate gotin ku pabendbûna bi biryarên rêveberiya federal ve dê desthilatdariya dewletê xurt bike, piştgiriyê bide pêvajoyên biryardana neteweyî û kapasîteya saziyên dewletê ji bo pêkanîna erkên wan ên destûrî û parastina serweriya qanûnê zêde bike.

TEKÎDKIRINA PARASTINA MAFÊN GELÊ ÊZÎDÎ

Hikûmeta Iraqê careke din berpirsîbûna xwe ya tam ji bo parastina mafên gelê Êzîdî yê ku di şerê li dijî terorê de berxwedan nîşan daye, teyîd kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê Êzîdî di vê pêvajoyê de rastî bêedaletiyên giran hatiye, di nav de windakirina jiyanê, birîndarbûn, revandina endamên malbatan û koçberkirin.

Hikûmetê her wiha soza xwe ya dayîna berdêlê ji bo kesên ku di êrîşên terorîstî de xizmên xwe winda kirine û ji nû ve avakirina Şengalê dubare kir.

Share this content:

Post Comment