GERÎLAYÊN YJA STAR: ŞEHÎD BÊRÎTAN PÊŞENG Û MEŞALEYA TÊKOŞÎNA ME YE
Gerîlayên YJA Star Elefterya Gabar Cizîr û Bişeng Brûsk Vejîn di salvegera 34’emîn a şehadeta Bêrîtan Hêvî (Gülnaz Karataş) de ew bi bîr anîn û diyar kirin ku Bêrîtan bi çalakiya xwe bûye pêşeng û meşaleya têkoşîna jinan.
Her sal di 25’ê Cotmehê de şervanên ku li pey Şehîd Bêrîtan dimeşin, salvegera çalakiya wê ya li dijî xeta xiyanetê li çiyayên azad pîroz û bibîr tînin. 25’ê Cotmehê di heman demê de roja damezrandina artêşa jinan e. Ji ber vê yekê, bi taybetî gerîlayên jin û hemû gerîlayên din vê rojê bi heyecaneke mezin pêşwazî dikin. Gerîlayên YJA Star Elefterya Gabar Cizîr û Bişeng Brûsk Vejîn, bi munasebeta salvegera 34’emîn a şehadeta Bêrîtan Hêvî hest û ramanên xwe anîn ziman.
‘BÊRÎTAN SEMBOLA ÎRADEYA JINA AZAD E’
Gerîlaya YJA Star Elefterya Gabar Cizîr, bi rêz Şehîd Bêrîtan bi bîr anî û cihê wê di têkoşîna azadiyê de bi van gotinan vegot:
“Heval Bêrîtan ji bo me bû pêşeng û sembola azadiyê. Wê rastiya Rêbertiyê fam kiribû û ji bo me û hemû jinan bû mînakek. Hevala Bêrîtan rastiya jina azad nas kir, li dijî zihniyeta xiyanetê rabû û teslîmbûn qebûl nekir. Dibe ku gelek sal derbas bûne, lê wê xeta berxwedanê ji me re mîrat hişt. Ji ber vê yekê em her sal Heval Bêrîtan bi bîr tînin. Ew bû sembola îrade û berxwedana jina azad.
“Di kesayetiya Şehîd Bêrîtan de me îradeya jina azad nas kir. Di kesayetiya wê de me rastiya xwe nas kir. Di kesayetî û çalakiya Bêrîtan de, zihniyeta zayendperest a ku hêza jinê biçûk dibîne, şikest. Ev yek jî hêzeke mezin a manewî û moral da me. Bi saya şehîdan me jiyana rastîn û xeta jina azad nas kir.
“Heke îro jin hêza xwe nas kirine û rabûne ser piyan, ev bi saya wan pêşengan pêk hatiye. Heke jin heta îro di qadên têkoşînê de cih digirin, ev bi saya ked û hewldana şehîdan û Rêber Apo pêk hatiye. Rêbertiyê hêz da me û bingeha pêwîst ava kir da ku jin îradeya xwe nas bikin û pêşengiya civakê bikin.
“Di jiyana gerîlayî û têkoşîna gerîlayî de jî jin her dem roleke pêşeng digirin. Bi pêşengiya jinên azad, li wan çiyayan berxwedaneke mezin hate meşandin. Heval Bêrîtan her dem ji bo me bû mînak. Em ê li gorî xeta Bêrîtan xwe ava bikin, têkoşîna xwe xurt bikin û ji bo gihîştina xeyalên wê têkoşînê bidomînin.”
‘EM Ê HER DEM XETA BÊRÎTAN BINGEH BIGIRIN’
Gerîlaya YJA Star Bişeng Brûsk Vejîn jî di kesayetiya Şehîd Bêrîtan de hemû şehîdên şoreşger bi bîr anî û bal kişand ser rola wê ya pêşeng di têkoşîna jinan de.
Bişeng Brûsk Vejîn got: “Divê em her dem Hevala Bêrîtan bi bîr bînin û wê ji hemû jinan re nas bikin. Dema mirov li dîroka têkoşîna azadiyê dinêre, pêşengiya Heval Bêrîtan dibîne. Em, bi taybetî wekî gerîlayên jin, hewl didin ku li pey wê bimeşin. Em ê her dem xeta wê bingeh bigirin. Ji ber ku ew pêşeng û fermandara leheng a me ye.”
Bişeng Brûsk Vejîn diyar kir ku ji bo wan şansek mezin e ku li çiyayên azad têkoşîna xwe li gorî xeta Bêrîtan bidomînin û wê bi bîr bînin. Wê gotinên xwe wiha domand:
“Îro li çiyayên azad li gorî xeta Bêrîtan têkoşîn kirin û wê bi bîr anîn ji bo me şansek mezin e. Heval Bêrîtan teslîmbûn red dike û li dijî xeta xiyanetê çalakiyeke ku tê de canê xwe dide meşandin. Ew ji bo me pêşeng û meşaleya têkoşînê ye.
“Hebûna jinên ku îro li pey azadiyê ne û navê Bêrîtan zindî dihêlin, ji bo me gelek hêja ye. Em jî wekî kesên ku li pey Heval Bêrîtan dimeşin, hewl didin ku xwe li gorî xeta wê ava bikin û gavên xurt bavêjin.”
Share this content:



Post Comment