BAVÊ ROJNAMEVANÊ GIRTÎ AHMED POLAD BANG LI GEL DİKE: “AHMED TENÊ NEHÊLIN”
Bavê rojnamevan Ahmed Polad, Adil Aslan, bang li raya giştî kir ku balê bikişînin ser rewşa kurê wî. Ahmed Polad di 18ê Çileya 2026an de, dema li Sûriyê peywirên rojnamevaniyê pêk dianî, ji aliyê Heyeta Tehrîr El-Şamê (HTŞ) ve hatiye revandin û heşt mehan di girtîgehê de hatiye girtin. Adil Aslan got: “Ahmed tenê nehêlin. Ew rojnamevanek e ku li wir rojnamevaniyê dike da ku bibe dengê gelê xwe.”
Ahmed Polad, ku gelek sal in li Rojava rojnamevaniyê dike, û rojnamevanê Alman Eva Maria Michelmann di dema êrîşên HTŞ’ê yên li ser Reqqayê de, di 18ê Çileya 2026an de hatin revandin. Piştî pevguhertina girtiyan a ku di 11ê Nîsana 2026an de pêk hat, bi şahidiya kesên ku di girtîgehên HTŞ’ê de hatibûn girtin, derket holê ku her du rojnamevan jî di girtîgehê de ne.
Piştî ku rewşa her du rojnamevanan bû mijara raya giştî, li Tirkiyeyê, Kurdistanê û gelek welatên din kampanyayên ji bo azadkirina wan hatin lidarxistin. Piştî bertekên raya giştî, HTŞ’ê di 18ê Hezîrana 2026an de Eva Maria Michelmann radestî Almanyayê kir.
Akibeta Ahmed Polad di 9ê Îlona 2026an de eşkere bû. Polad ji aliyê HTŞ’ê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin û li Tirkiyeyê, piştî derxistina wî ya pêşberî dadgehê, hate girtin.
ÎDÎAYÊN ÎŞKENCEYÊ LI GIRTÎGEHÊN HTŞ’Ê Û DU ROJ LÊPIRSÎNA MÎT’Ê
Di rapora ku parêzerên Polad amade kirine de hatiye gotin ku rojnamevan bi mehan li girtîgehên di bin kontrola HTŞ’ê de rastî îşkenceyê hatiye û ji ber şertên nebaş ên xwarinê bi nexweşiya qoturê ketiyê. Di raporê de her wiha hatiye gotin ku Polad piştî radestkirina wî ya Tirkiyeyê, du rojan ji aliyê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) ve hatiye lêpirsîn û di vê demê de di odeyeke bi sponcê de hatiye ragirtin.
Polad di daxuyaniya xwe ya ji parêzerên xwe re de got ku ew û rojnamevanê Alman Eva Maria Michelmann di 18ê Çileya 2026an de li Reqqayê dema peywirên rojnamevaniyê pêk dianîn, avahiya ku lê bûn hate dorpêçkirin û piştî destwerdana li ser avahiyê ew hatin binçavkirin.
Polad diyar kir ku ew birine cihê ku wî wekî navenda giştî ya ewlekariya Helebê pênase kir. Li gorî gotinên wî, hucreya binerdê ku lê dihate ragirtin nêzîkî yek metre bi 2,5 metre bû; ne ronahî tê de hebû, ne hewa û ne jî pergala hewadana. Wî got ku tu carî ew derneanîne derve.
Polad got ku tenê ji bo hefteyekê, di odeyeke ku tê de endamên DSG hebûn de, bi 190 heta 200 kesan re hatiye ragirtin. Wî diyar kir ku di meha yekem de her roj rastî îşkenceya laşî hatiye. Li gorî vegotina wî, komên mezin dihatin hundirê hucreyê, wî didan û bi lingan li serê wî dixistin; her wiha wî radikirin erdê û serê wî dişkandin.
Polad got ku di heyama paşê de îşkenceya derûnî bêtir li ser wî hate sepandin. Wî diyar kir ku bi şevan tehdîd dikirin û jê re digotin ku dê sibê were îdamkirin an jî dê serê wî jê bikin.
LI SİLİVRİYÊ DI HUCREYEKE TAKEKESÎ DE TÊ RAGIRTIN
Ahmed Polad niha li Girtîgeha Marmara ya L-Type a li Silivriyê, di hucreyeke takekesî de tê ragirtin. Parêzerên wî diyar dikin ku rewşa tenduristiya rojnamevan nebaş e û divê dermankirina wî zû dest pê bike.
Bavê wî, Adil Aslan, ku bi ajansê re axivî, li ser tiştên ku kurê wî di heyama heşt mehan de jiyaye agahî da û bang li raya giştî kir ku li hember rewşa wî bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin wî.
Share this content:



Post Comment