ALMANYA: REWA NÛ YA SÛRÎYÊ BI MAFÊN KÊMÎNÎYAN Û MAFÊN MIROVAN TÊ PÎVAN
Hikûmeta Federal a Almanyayê ragihand ku rewabûna navneteweyî ya rêveberiya nû ya Sûriyê dê li gorî rêzgirtina wê ya mafên kêmînîyan û mafên mirovan were pîvandin. Berlîn, êrîşên li dijî Kurdan li Helebê bi giranî têgihiştî nîşan da û destnîşan kir ku wan rêveberiya nû ya li Şamê şertên niha de wekî “muhatapê bingehîn” nas dikin, lê dê pêvajoyê bi baldarî bişopînin.
Sê axaftvanên bilind yên Hikûmeta Federal a Almanyayê di nirxandina xwe ya derbarê guherînên siyasî yên li Rojhilata Navîn de, li ser pêvajoya veguheztina siyasî ya li Sûriyê, ewlehiya kêmînîyan û siyaseta li dijî Îranê rawestan.
“Mafên mirovan dê pîvana bingehîn bin”
Axêftvanê Wezareta Derve ya Almanyayê Martin Giese, di bersiva pirsekê de li ser êrîşên li dijî Kurdan li Helebê got ku ew ji rewşa heyî bi gelemperî xemgîn in. Giese got:
“Em dê rêveberiya nû ya li Şamê li gorî rêzgirtina wê ya mafên mirovan û mafên hemû pêkhatên civakê, bi taybetî Kurdan û Dûrziyan, binirxînin.”
Giese destnîşan kir ku aşîtî û aramiya mayîn a li Sûriyê ji bo Almanyayê girîngiya rasterast heye û got ku rêveberiya heyî wekî muhatapek navneteweyî tê naskirin, lê ev yek tê wateya piştgiriya bê şert nîne.
Giese got: “Rêveberiya nû soz da ku pêvajoyek veguheztina siyasî bi beşdariya hemû koman bimeşîne û ewlehiya hemû Sûriyaniyan piştrast bike. Tevî astengên li qadê, em li hin herêman pêşketinên kêm jî di warê rewşa siyasî û mafên mirovan de dibînin. Lê em ê di dawiya de rêveberiyê li gorî gavên rastîn û pêşketinan binirxînin.”
Vegerandina penaberên ku sûc kirine li rojevê ye
Bi guherîna rewşa ewlehiyê li Sûriyê, mijara vegerandina penaberên Sûriyê yên ku li Almanyayê sûcên giran kirine jî hate rojevê. Axêftvana Wezareta Karên Hundir Sara Fruhauf ragihand ku pêşîn vegerandin hatine kirin.
Fruhauf got ku heta niha du kes hatine vegerandin û got: “Em dixebitin ku ev pêvajo bibe domdar û rêkûpêk. Di demên nêzîk de vegerandinên din jî têne plan kirin.”
Peyama li dijî Îranê: Pasdaran divê li lîsteya terorê werin girtin
Rayedarên Alman, li gel dosyeya Sûriyê, li ser protestoyên li Îranê û siyaseta li dijî rejîma Tahranê jî axaftin. Martin Giese got ku Almanya li nav Yekîtiya Ewropî diplomasiyek giran dimeşîne da ku Hêzên Parastina Şoreşa Îranê (Pasdaran) wekî “rêxistina terorîst” werin naskirin.
Axêftvanê Hikûmeta Federal Stefan Cornelius jî got ku Berlîn ji bo hemû senaryoyên li herêmê amade dibe. Cornelius got: “Hikûmeta Federal li dijî Tahranê zexta siyasî didome. Em ji rêveberiya Îranê dixwazin ku şîdet rawestîne û rê bidê vekirina demokratîk.”
Share this content:



Post Comment