DEM PARTI: YÖK BÊRABIKIRIN, ZANÎNGEH BÊ AZAD KIRIN

DEM PARTI: YÖK BÊRABIKIRIN, ZANÎNGEH BÊ AZAD KIRIN

Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê bang li rakirina Konseya Bilind a Perwerdehiyê (YÖK) kir ku piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hate damezrandin û daxwaz kir ku zanîngeh bibin sazîyên xweser, demokratîk û azad.

Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya DEM Partiyê, ji ber salvegera damezrandina YÖK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku YÖK, ku di 6’ê Mijdara 1981’an de piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hate damezrandin, 45 sal in yek ji saziyên bingehîn ên nêrîna rêveberiya navendî û serdest a li ser zanîngehan e.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku YÖK, bi taybetî di serdema desthilatdariya AKP’ê de, bûye yek ji amûrên destwerdana desthilatdariya siyasî di karûbarên zanîngehan de.

Komîsyonê li hember derxistina ciwanan ji qada siyasî, sînordarkirina azadiya rêxistinbûn û azadiya derbirînê û veguherandina zanîngehan bo saziyên ku kesên bindest û guhdar perwerde dikin, nerazîbûna xwe anî ziman û wiha got:

“Nepejirandin e ku ciwan ji siyasêtê dûr bên xistin, azadiya wan a rêxistinbûn û derbirînê bê sînordarkirin û zanîngeh bibin saziyên ku kesên guhdar û bindest perwerde dikin. Ciwan ne tenê xwediyên siberojê ne, di heman demê de di civak û siyaseta îroyîn de jî xwediyê rola bingehîn in.”

Komîsyonê bingehên modela zanîngeha ku dixwaze were avakirin jî rêz kir. Li gorî vê yekê, divê YÖK were rakirin û nêrîna serweriya navendî bi dawî bibe; rektor bi îradeya demokratîk a hemû pêkhateyên zanîngehê bên hilbijartin û azadiya akademîk û zanistî bê misoger kirin.

Her wiha hate gotin ku divê xwendekar, akademîsyen û kedkarên zanîngehan di biryar û rêvebirinê de xwediyê gotin û mafê biryardanê bin. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî, pirrengî, wekhevî û laîkîtiya azadîxwaz divê bibin bingeh; perwerde jî divê li gorî berjewendiya giştî, ne li gorî hewcedariyên bazarê, were organîzekirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku zanîngeh ne amûrên îdeolojîk ên desthilatdaran in û ne jî saziyên ku li gorî hewcedariyên sermayeyê tên şekildan. Her wiha hate destnîşankirin ku azadiya zanîngehê yek ji şertên bingehîn ên demokratîkbûna civakê ye.

Komîsyonê bang li dawîanîna nêrîna qeyûmî, serweriya siyasî û zextên akademîk kir û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir:

“YÖK were rakirin! Zanîngehek xweser, demokratîk, azad û li ser bingeha berjewendiya giştî were avakirin! Ciwan xwediyê gotinê bin, zanîngeh azad bibin!”

Share this content:

Post Comment