TOM BARRACK Û SEROKWEZÎRÊ IRAQÊ ALÎ ZEYDÎ HEVDÎTIN KIRIN
Serokwezîrê Iraqê, Alî Zeydî, şeva borî bi nûnerê taybet ê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo Iraqê û balyozê wê yê li Tirkiyeyê, Tom Barrack re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de pêşketinên dawî yên herêmê, hewldanên dîplomatîk ên ji bo kêmkirina tengezariyê û têkiliyên di navbera Iraq û DYA de hatin nîqaşkirin.
Ofîsa Agahdariyê ya Serokwezîrê Iraqê derbarê hevdîtina di navbera Alî Zeydî û Tom Barrack de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku her du aliyan girîngiya hewldanên dîplomatîk ên ji bo kêmkirina tengezariya li herêmê nirxandine.
Di hevdîtinê de her wiha mijara pêşxistina hevkariya di navbera Iraq û DYA de, bi taybetî jî xurtkirina têkiliyên di warê aborî û veberhênanê de, hate nîqaşkirin.
Hate ragihandin ku Alî Zeydî û Tom Barrack pêşketinên heyî yên herêmê, astengiyên li pêşiya ewlekarî û îstiqrara herêmî û mijarên têkildarî kontrolkirina krîzan jî nirxandine.
Ji aliyekî din ve, îddîa kirin ku Tom Barrack piştî hevdîtinên xwe yên li Bexdayê dê here Silêmaniyê û bi berpirsên YNK re hevdîtinê bike. Lê heta niha ev agahî û îddîaya hevdîtinê nehatine piştrastkirin.
Share this content:



Post Comment