MKG: DI MEHA COTMEHÊ DE ZEXT LI SER JINÊN ROJNAMEVAN DOM KIR
Komeleya Rojnamevanên Jinan a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya binpêkirinên mafan a Cotmeha 2026’an weşand. Di raporê de hate destnîşankirin ku rojnamevanên jin rastî girtin, binçavkirin, darizandin, sansora dîjîtal û êrîşên zayendperestî tên. Komeleyê bang kir ku sûcdarkirina çalakiyên rojnamevaniyê û polîtîkayên bêcezayiyê bên bidawîkirin.
Li gorî rapora MKG’yê, di meha cotmehê de rojnemevaneke jin hat girtin, 2 rojnamevanên jin hatin binçavkirin û ser mala rojnemevanekê serdegirtin hate kirin. Di raporê de hate qeyd kirin ku rojnemevaneke jin rastî muameleya xerab hatiye û di bûyereke din de pêşî li şopandina nûçeyê ya rojnamevanan hatiye girtin.
Di raporê de hate gotin ku li dijî rojnemevaneke jin doz hatiye vekirin, rojnemevanek bi 18 meh ceza girtiye û darizandina 9 rojnamevanên jin di 9 dosyayên cuda de berdewam dike. Hate tekez kirin ku darizandina rojnamevanên ku şîdet û binpêkirinên mafan ên li dijî jinan nûçeyên wan dikin, destwerdaneke li mafê gel ê agahiyan bistîne ye.
SANSORA DÎJÎTAL Û DERXISTINA JI KAR
Di raporê de bal hate kişandin ser domandina sansora dîjîtal a li dijî çapemeniya azad. Hate ragihandin ku 2 malper hatine girtin û gihîştina 20 nûçeyan hatiye astengkirin. Hate gotin ku ev astengkirin gihîştina binpêkirinên mafan ên ku jin jê re dibin rastî raya giştî dijwar dike.
Her wiha di raporê de hate gotin ku 162 rojnamevan ji kar hatine derxistin, lê nehatiye diyarkirin ku ji wan çend jin bûn. Bal hate kişandin ser şert û mercên xebatê yên bêewle û cudakariya ku rojnamevanên jin pê re rû bi rû dimînin.
8 ROJNAMEVANÊN JIN DI GIRTÎGEHAN DE NE
MKG di rapora xwe de diyar kir ku 8 rojnamevanên jin di girtîgehê de ne. Komeleyê bang kir ku rojnamevan bên berdan, li dijî êrîşên zayendperestî lêkolînên bi bandor bên kirin û polîtîkayên bêcezayiyê bên bidawîkirin.
Komeleyê tekez kir ku wê li dijî sûcdarkirina çalakiyên rojnamevaniyê têkoşînê bidomîne û têkoşîna çapemeniya azad mezintir bike.
Share this content:



Post Comment