ÇİĞDEM KILIÇGÜN UÇAR LI MEREŞÊ GEL PÊ RE CIVIYA

ÇİĞDEM KILIÇGÜN UÇAR LI MEREŞÊ GEL PÊ RE CIVIYA

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Çiğdem Kılıçgün Uçar, di çarçoveya serdanên xwe yên li Mereşê de bi esnaf û gel re hevdîtin pêk anîn. Uçar di civînên gel de behsa Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk kir û got ku Rêber Apo li Îmraliyê berxwedaniyeke mezin nîşan dide.

Çiğdem Kılıçgün Uçar dest bi bernameya xwe ya Mereşê kir û li Bazarcixê (Pazarcık) serdana esnafan kir. Piştre li Ekinözü serdana gora Ğijik Dede (Sabri Özkan), pîrê Elewî yê di Komkujiya Mereşê de hatibû qetilkirin, kir. Uçar li wir lokma parve kir û di berdewamiya bernameya xwe de beşdarî civînên gel ên li Ekinözü û Elbistanê bû.

Uçar di civîna gel a li Ekinözüyê de derbarê Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de axivî û got ku Kurd biryara dev ji şerê çekdarî berdan û avakirina siyaseta demokratîk dan. Lê heta niha ji aliyê dewletê ve tu gavên berbiçav nehatine avêtin.

Uçar diyar kir ku derbarê cihgirtina Kurdan di hiqûq û qanûnên vê welatê de pêşketineke zelal tune ye. Wê got ku Tevgera Azadiyê gavên wêrek avêtiye, lê li hemberî van gavên wêrek ji aliyê dewletê ve gavên pêwîst nehatine avêtin. Uçar destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a vê welatê pirsgirêka Kurd e û ji ber ku ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin, krîza aborî, neteweperestî, krîza ekolojîk û gelek pirsgirêkên din derdikevin holê. Wê got ku helwesta li hemberî Kurdan, di nêzîkatiya li hemberî xwezayê, Elewiyan, jinan û ciwanan de jî xwe nîşan dide.

Uçar tekez kir ku piştî derketina çekan ji holê, pêdivî bi hiqûq û qanûnekê heye ku bikarhênana çekan li hemberî hev ji aliyê her du aliyan ve asteng bike. Wê got ku îro êdî li cîhanê kes nikare hebûna Kurdan înkar bike û ev mijar hatiye girtin. Lê hebûna Kurdan divê ne tenê bi gotinan were qebûlkirin, divê bi hiqûq û qanûnan were misoger kirin.

Uçar diyar kir ku dijberiya li hemberî AKP’ê îro mixabin dixwazin wê veguherînin dijberiya çareserkirina pirsgirêka Kurd. Wê hilbijartinên Baroya Îstanbulê wekî yek ji nimûneyên herî girîng ên vê rewşê nîşan da. Uçar got ku bêyî ku di derbarê pirsgirêka Kurd de gotin bêne gotin û gavên pratîkî bên avêtin, bi çêkirina algoya “Kurd bi AKP’ê re hevkariyê dikin” baweriya mirovan bi aştiyê astengkirin, yek ji mezintirîn neheqiyên li hemberî vê welatê ye.

Uçar got ku ev ax bi xwîn, kîn û hêrsê têr bûye. Wê diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê ji pirsgirêka Kurd mezintir nîne û mijara kî bibe serokkomar ji çareserkirina aştiyane ya pirsgirêka Kurd girîngtir nîne.

Uçar, ku diyar kir Rêber Apo li Îmraliyê berxwedaniyeke mezin nîşan dide, got ku dewlet dixwaze pêvajoyê tenê wekî “bêçekirin” binirxîne, lê Ocalan ew wekî “Desteya Aştiyê û Siyasîbûnê” bi nav kiriye. Uçar wiha got: “Bawer bikin, li wê maseya ku danûstandin lê tên kirin, di heman astê de têkoşîneke gelek dijwar jî tê meşandin. Em ê bi hev re berpirsiyariya vê pêvajoyê hilgirin, da ku pêvajo di destê tenê aliyekê de nemîne.”

Share this content:

Post Comment