BANGAWAZIYA KJK’Ê YA 25’Ê Mijdarê: “LI HEMBERÎ ŞÎDDETÊ, DEMOZÊ RÊXISTINA JINAN E; NIHA DEMÊ XWEPARASTINÊ YE”

BANGAWAZIYA KJK’Ê YA 25’Ê Mijdarê: “LI HEMBERÎ ŞÎDDETÊ, DEMOZÊ RÊXISTINA JINAN E; NIHA DEMÊ XWEPARASTINÊ YE”

Koordînasyona Civaka Jinên Kurdistanê (KJK) bi boneya 25’ê Mijdarê, Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinan, daxuyaniyek weşand û bang li jinan kir ku li dijî şîdeta serdestiya mêran rêxistina xwe û têkoşîna hevpar xurt bikin. KJK’ê bi dirûşma “Li hemberî şîdetê, demê rêxistina jinan e; niha demê xweparastinê ye!” bang li jinan kir ku bibin yek û têkoşînê bilind bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku şîdeta li ser jinan bi awayekî sîstematîk kûrtir dibe û li hemû qadên jiyanê belav dibe. KJK’ê destnîşan kir ku li hemberî vê şîdetê tenê bi têkoşîna hevpar û rêxistinkirî ya jinan dikare encameke bi bandor bê bidestxistin. KJK’ê modernîteya kapîtalîst û şaxên wê wekî nûnerên sîstemeke ku jinan, jiyanê, civakê û xwezayê hedef digire, binav kir.

Di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya ji nû ve rêkxistina jiyana rojane û têkiliyên civakî, her wiha avakirina alternatîfên jiyana azad, ji bo têkoşîna li dijî çanda şîdetê ya ku di hemû qadên jiyana civakî de cih girtiye. Hate gotin ku pêvajoya entegrasyona demokratîk a ku Rêber APO dest pê kiriye, ji aliyekî ve gel û kesên bindest dide ber hev û ji aliyê din ve, bi taybetî ji jinan re, derfetên nû yên têkoşînê vedike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê rê li ber beşdariya demokratîk û azad a jinan veke. Her wiha hate destnîşankirin ku bi pêşketina vê pêvajoyê re xeta azadiya jinan û alternatîfên jiyana azad dê hêztir bibin. KJK’ê tekez kir ku li hemberî nêzîkatiyên ku jinan dikin kesên derveyî civakê û wan wekî tiştan dibînin, divê têkoşîneke berfirehtir bê meşandin.

KJK’ê destnîşan kir ku 25’ê Mijdara vê salê derfetek girîng e ji bo xurtkirina yekîtiya jinan û mezinbûna têkoşîna wan a hevpar. Li gorî daxuyaniyê, tevgerên jinan berpirsiyariya rêxistinkirina civakê bi hişê jinan û pêşengiya jinan hildigirin. Di daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin ku rêxistina xwe ji bajaran heta gundan, ji kolanan heta taxan, ji fabrîqeyan heta dibistan û malan, ango bigihînin hemû qadên jiyanê.

KJK’ê diyar kir ku pergala serdestiya mêran di asta gerdûnî, herêmî û cihî de polîtîkayên stratejîk dimeşîne. Ji ber vê yekê, tevgerên jinan jî divê li her derê, li ser bingeha stratejî û polîtîkaya azadiya jinan, têkoşîneke piralî bimeşînin. Hate gotin ku bi têkoşîn, rêxistinbûn û hêza xweparastinê jin dikarin hebûna xwe pêş bixin, di guhertina civakê de roleke xurt bilîzin û rê li ber cîhaneke bê şîdetê vekin.

KJK’ê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Ji bo ku em bi jinên ku li ser bingeha azadî, wekhevî û dadmendiyê têdikoşin, bingeha jiyaneke nû ava bikin û şîdetê derbas bikin, bi dirûşma ‘Li hemberî şîdetê, demê rêxistina jinan e; niha demê xweparastinê ye!’ em têkoşîna xwe ya hevpar û rêxistinkirî ya jinan bilind bikin. Di 25’ê Mijdarê de bibin yek deng û yek dil û sedsala 21’emîn bikin sedsala azadbûna jinan.”

Di daxuyaniyê de her wiha ev dirûşm jî cih girtin: “Bijî têkoşîna jinan a bi hezaran salan!”, “Bijî konfederalîzma jinên cîhanê!”, “Jin, jiyan, azadî!” û “Bijî Rêber APO, mîmarê azadî û aştiyê!”

Share this content:

Post Comment