ÊRÎŞ LI GORISTANA ŞEHÎDAN A GABARÊ: KEVIRÊN GORAN HATIN ŞIKANDIN
Li ser Çiyayê Gabarê yê Şirnexê careke din êrîşî “Goristanê Şehîd Binevş” kirin. Di êrîşê de kevirên gorên şehîdan hatin şikandin, kulîlkên çêkirî û serpoşên zer, sor û kesk ên li ser gorên şehîdan hatibûn danîn jî hatin şewitandin.
Êrîşa li goristanê, di dema serdana hevalên gerîlayê HPG’ê Evren Akkuş (Çekwar) de, ku di şerê 17ê Nîsana 2007’an de şehîd bû, hate dîtin. Hevalên Akkuş ên ji navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê hatibûn, bi rêveberên Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Yekîtî û Çandê ya Malbatên Kesên Xwe di Beşîka Şaristaniyan de Winda Kirine (MEBYA-DER) re serdana goristanê kirin. Goristan li gundê Basret ê ser Çiyayê Gabarê yê Şirnexê ye.
Di dema serdanê de hate dîtin ku kevirên gor hatine şikandin û kulîlkên çêkirî û serpoşên zer, sor û kesk ên ku malbatan li ser gor danîbûn, hatine şewitandin.
Rêveberê MEBYA-DER’ê yê Şirnexê Fırat Duymak diyar kir ku ew û malbat di 1ê Mijdarê de serdana goristanê kiribûn û dema ku du roj şûnda careke din çûn wir, rastî wêrankirina goristanê hatin.
Duymak got ku malbat nêzî 20 salan e li gorên zarokên xwe digerin û piştî ku wan dibînin, serdana wan dikin. Wî jî nerazîbûna xwe ji wêrankirina goristanê re anî ziman.
Duymak wiha got: “Ev rewş nayê qebûlkirin. Em nizanin kî ev kir. Dema ku pêvajoya aştiyê dest pê kiriye, daxwaza me ew e ku goristan ji nû ve bêne avakirin. Divê kesê ku ev êrîş kiriye were derxistin holê û bersiva kiryarên xwe bide.”
Piştî serdanê, hevalên Evren Akkuş û rêveberên MEBYA-DER’ê kevirên gorên şikandî ji nû ve li hev kom kirin û li kêleka gorê danîn.
Serdana goristanê bi xwendina duayan dawî bû.
Share this content:



Post Comment