BELGEYA “KOMARA DEMOKRATÎK Û ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK” YA RÊBER APO DI HEJMARA MIJDARÊ YA KOMÎNALÊ DE HATE WEŞANDIN

BELGEYA “KOMARA DEMOKRATÎK Û ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK” YA RÊBER APO DI HEJMARA MIJDARÊ YA KOMÎNALÊ DE HATE WEŞANDIN

Rojnameya Komînal di hejmara xwe ya Mijdarê de belgeya bi sernavê “Komara Demokratîk, Entegrasyona Demokratîk” ya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye nivîsandin, ji xwendevanên xwe re weşand. Rojnameyê 12 rûpel ji vê belgeyê re veqetand. Di vê hejmarê de her wiha nirxandinên derbarê Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk, têkoşîna 49 salî ya PKK’ê û têkoşîna azadiya jinan de cih girtin.

Rojnameya ku bi 32 rûpelan hatiye weşandin, belgeyê kir sernivîsa xwe ya sereke. Belge ji pênc beşan pêk tê. Van beşan van sernavan hildigirin: “Çarçoveya Têgînî”, “Komara Demokratîk û Bingehên Avakirinê”, “Komara Tirkiyê”, “Entegrasyona Demokratîk” û “Çareseriya Entegrasyonîst a Demokratîk li Rojhilata Navîn û Kurd”.

Rêber Apo belgeya xwe bi pirsê “Çima entegrasyona demokratîk?” dest pê dike. Ew diyar dike ku têgînên entegrasyona demokratîk, komara demokratîk û civaka demokratîk mifteyên bingehîn ên derketina ji krîzê ne. Her wiha balê dikişîne ser wê yekê ku ev têgîn ne tenê ji bo beşekê, lê ji bo hemû pêkhateyên civakê amûrên çareseriyê ne.

Rêber Apo entegrasyona demokratîk wekî berhema vê ramana bingehîn û bi wateyekê wekî bedenbûna neteweya demokratîk pênase dike. Komara demokratîk jî wekî avahiya dewletê ku entegrasyona demokratîk gengaz dike, pêşkêş dike.

Di belgeyê de derbarê têkiliya di navbera van her du têgînan de ev nirxandin cih digire:

“Sedema ku em têgînên entegrasyona demokratîk û komara demokratîk bi hev re dinirxînin jî ev têkiliya di navbera wan de ye. Ev têkilî girîng e, ji ber ku eşkere dike ku entegrasyona demokratîk ne tenê bi herêmekê an nasnameyekê ve sînordar e, lê avakirina hiqûqeke nû û demokratîk di navbera dewlet û civakê û ji ber vê yekê di navbera nasnameyên civakî de ye. Di vê wateyê de, çewt e ku entegrasyona demokratîk tenê di çarçoveya têkiliyên Kurd-Tirk de bê sînordarkirin. Li Tirkiyê gelek pêkhateyên civakî hene ku di astên cuda de pirsgirêka nasnameyê dijîn.”

Di belgeyê de her wiha di bin gelek mijaran de, ji diyalog û danûstandinê heta veqetandina hêzan, ji bingeha destûrî heta demokrasiya parlamenter, ji azadiya ramanê heta azadiya jinan û zayendî û heta prensîba ekolojîk, analîzên berfireh hene.

“PÊWÎST E RÊBER APO BIGIHÎJE ŞERTÊN JIYÎN Û XEBATA AZAD”

Di nirxandina siyasî ya mehane ya rojnameyê de nivîsa Mustafa Karasu ya bi sernavê “Pêvajo wê pêş bikeve heke dewleta Tirk gav bavêje” cih girt. Karasu di nivîsa xwe de pêşketinên siyasî yên li Kurdistan û Tirkiyê, xwepêşandanên li bajarên Ewropayê û tengaviyên pergala kapîtalîst nirxand.

Karasu bi bîr xist ku Tevgera Azadiya Kurd ji bo pêşketina Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk gavên dîrokî û radîkal avêtine û diyar kir ku di qonaxa bê de divê dewleta Tirk gav bavêje.

Karasu got ku dewletê gavên siyasî û hiqûqî yên pêwîst neavêtine û bi daxwaz û nêzîkatiyên nû pêvajoyê ber bi astengiyê ve biriye. Wî got: “Bi kurtasî, heta ku Rêbertiyê azad nebe û qanûnên azadiyê dernekevin, ne mimkûn e ku yek gav jî ber bi Tirkiyê ve bê avêtin.”

Karasu tekez kir ku pêwîst e Rêber Apo bigihîje şertên ku bikare azad bijî û bixebite û her wiha azadiya siyaseta demokratîk û rêxistinbûnê bi qanûnî were garantîkirin. Wî diyar kir ku çareseriya pirsgirêka Kurd ji demokratîzekirina Tirkiyê nayê veqetandin. Li gorî Karasu, paşeroja pêvajoyê êdî girêdayî gavên konkret ên ku dewleta Tirk dê bavêje ye.

MÎRATEYA TÊKOŞÎNA 49 SALÎ YA PKK’Ê

Di rûpelên din ên rojnameyê de têkoşîna 49 salî ya PKK’ê, nirxên ku ev tevger afirandine û mîrateya têkoşînê hatin nirxandin. Di vê çarçoveyê de beşa “Cih û rola PKK’ê di dîrokê de” ya Manifestoya Civaka Komînal a Demokratîk hate weşandin. Her wiha nivîsên Duran Kalkan, Şerda Mazlum Gabar, Şiyar Amed û Sinan Şahin ên derbarê PKK’ê de cih girtin.

Duran Kalkan, endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Öcalan, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Ronahiyeke ku na vemire” de hişyarî, zihniyet û veguherîna civakî ya ku têkoşîna azadiyê ya nîv sedsalî di civaka Kurd de afirandiye, nirxand.

Kalkan diyar kir ku biryara fesihê ya ku di kongreya dawî ya PKK’ê de hatiye girtin ne dawî ye, lê rê li ber destpêkeke nû vedike. Wî Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk wekî pêvajoyeke guhertin, veguherîn û ji nû ve avakirinê pênase kir. Kalkan got ku nirxên ku têkoşîna nîv sedsalî afirandiye, dê li ser bingeha têkoşîna siyasî ya demokratîk ji nû ve bêne avakirin. Wî her wiha diyar kir ku rastiya Rêbertiyê û Şehîdan dê di serdema nû de jî ronahî bide meşa civakî û rêberiya wê bike.

“HER KELEMEK KEDÊ KU JI BO AZADIYÊ HATIYE XERC KIRIN, GİRÎNG E”

Şerda Mazlum Gabar di nivîsa xwe ya bi sernavê “Beşdarbûna çalak a jinan di têkoşînê de garantîya neserketinê ye” de li ser cîhana nû ya ku li dora jina Kurd pêş dikeve rawestiya.

Gabar diyar kir ku damezrandina PKK’ê, ku rê li ber azadiya jinê vekir, ji bo nasnameya Kurd a azad û her wiha ji bo nasnameya jina azad jî bûye xalek dîrokî. Wê got ku di bin piçûkxistina ked, gotin û çalakiya jinê ya ji aliyê sîstemê ve de, tirs ji vê veguherînê heye.

Gabar tekez kir ku zêdetir mijûlbûna bi pirsgirêkên jinan, xebatên çareseriyê û amadekirina projeyan yek ji aliyên herî stratejîk ên siyaseta demokratîk e. Wê got: “Her keda herî biçûk a ku jin ji bo azadiyê dide, her çend hevokekê be jî, gelek hêja û watedar e.”

“PKK EVÎN E”

Şiyar Amed di nivîsa xwe ya bi sernavê “PKK romanek, helbestek û stranek e ku dawî lê nayê” de dîroka 49 salî ya PKK’ê bi zimanekî edebî nirxand. Amed PKK’ê wekî “evîn” binav kir û bal kişand ser têkiliya vê evînê bi pirsîn û lêpirsînê re.

Amed nivîsa xwe bi van gotinan dest pê kir: “Ji evînê mezintir tu peyvek tune ku evînê rave bike, PKK jî wisa ye.” Wî diyar kir ku di PKK’ê de bê pirsîn û lêpirsîn evîn nabe. Amed got ku rêya evînê divê bê paqijkirin û giyan bêne safîkirin. Wî destnîşan kir ku gotina Mevlana ya “Evîn ne bi qasî ku tu difikirî ye, bi qasî ku tu dişewitî ye” di PKK’ê de hem ji aliyê giyanî hem jî ji aliyê laşî ve pêk hatiye.

Yek ji nivîskarên din ên rojnameyê, Sinan Şahin, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Enternasyonalîzm di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de” de nasnameya enternasyonalîst a PKK’ê nirxand. Şahin bi riya şoreşên cîhanê û tevgerên sosyalîst, sosyalîzm û enternasyonalîzmê di çarçoveya taybet a Kurdistanê de nirxand.

Rojnameya Komînal di bergê paşîn ê hejmara xwe ya Mijdarê de helbesta Cegerxwîn a bi navê “Kîme ez” jî weşand.

Share this content:

Post Comment

Kaçırmış Olabilirsiniz