VETERANÊN ŞER ÊRÎŞÊN LI GIRÊ SPÎYÊ ŞERMEZAR KIRIN

VETERANÊN ŞER ÊRÎŞÊN LI GIRÊ SPÎYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Veteranên şer, ku ji ber dagirkirina dewleta Tirk neçar man ji Girê Spî koç bikin, êrîşên li ser malbatên ku vedigerin bajêr, wêneyên şehîdên jin û sembolên Kurdan şermezar kirin. Wan got: “Emê her tim piştgiriya gelê xwe bikin. Em van êrîşan qet qebûl nakin.”

Bertekên li dijî êrîşên li ser gelê ku vedigere Girê Spî û nirxên wî didomin. Veteranên şer bi tundî êrîşên li ser wêneyên şehîdên jin, sembolên Kurdan û malbatên ku dixwazin vegerin malên xwe li Girê Spî şermezar kirin.

Cuneyt Necmedîn (Ebû Cûdî), yek ji veteranên şer ku li dijî van êrîşan bertek nîşan da, diyar kir ku ew êrîş û heqareta li ser gelê xwe bi tundî şermezar dikin. Wî got: “Çi dibe bila bibe, emê tu carî dev ji axa xwe û mafên xwe bernedin.”

Necmedîn bal kişand ser vê yekê ku ew wekî veteranên şer û civakê, di navbera gelên Kurd, Ereb û Suryan de tu carî cudahî çênekirine. Wî destnîşan kir ku ewê her tim piştgiriya gelê Kurd bikin.

Veteranê şer Behzed Xelef jî got ku gelên Kurd, Ereb û Suryan bi awayekî biratî bi hev re dijîn. Wî îdia kir ku kesên êrîşkar ji aliyê hêzên derve ve tên rêxistinkirin.

Xelef diyar kir ku gelê ku ji ber şer neçarî koçberiyê bûbû, dixwest vegere ser axa xwe. Lê belê, li gorî gotinên wî, êrîşkar rê li ber wan girtin û wesayîtên wan şewitandin. Wî got ku ev êrîş hem ji aliyê maddî hem jî ji aliyê manewî ve êşeke mezin dane gelê xwe.

Xelef di dawiyê de got: “Em van êrîşan şermezar dikin û qet qebûl nakin.”

Share this content:

Post Comment