BERDEVKÊ YBŞ’Ê HADI ELYAS: EM ENTEGREASYONEKE RASTÎ DIXWAZIN
Berdevkê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Hadi Elyas, diyar kir ku wan tu carî xwe ji dewleta Iraqê cuda nedîtiye û bi ciddî nêzî mijara entegrasyonê dibin. Elyas got ku îstîqrara mayînde tenê bi garantîkirina mafên Êzidiyan, pêkanîna dadmendiyê û ji nû ve avakirina Şengalê gengaz e.
Berdevkê YBŞ’ê Hadi Elyas, di bernameya “Hevpeyvîneke Taybet” a ku li ser Çira TV’yê tê weşandin de, li ser entegrasyona saziyên ewlehî û rêveberiyê yên Şengalê di nava avahiya dewleta Iraqê de nirxandin kir.
Elyas li ser hevdîtinên bi berpirsiyarên dewleta Iraqê re hatine kirin rawestiya û got ku danûstandinên bi berpirsiyarên payebilind ên ewlehî û leşkerî re di meha Sibatê de dest pê kirine. Wî diyar kir ku armanca van hevdîtinan gihîştina peymaneke baş û ewle ye ku hêz, saziyên wan û civaka wan di pergala dewleta Iraqê de bêne entegre kirin. Li gorî wî, ev pêvajo ji bo serweriya Iraqê jî xizmetê dike.
Elyas got ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên din ên Şengalê jî çarçoveyeke fermî û rewa pêwîst e. Wî destnîşan kir ku çareserkirina mijara entegrasyonê yek ji gavên destpêkê ye ji bo gihîştina çareseriyên berfirehtir.
“PIRSGIRÊKÊN ŞENGALÊ TENÊ SÎNORÊ EWLEHIYÊ NIN”
Elyas bal kişand ser vê yekê ku pirsgirêkên li benda çareseriyê li Şengalê tenê bi ewlehiyê ve sînordar nînin. Wî vegera gel, dayîna tezmînatê ji welatiyan re, ji nû ve avakirina cihên niştecihbûnê, diyarkirina çarenûsa kesên windabûyî û dîtina kesên ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve wek rehîn hatine girtin, wek mijarên bingehîn ên din bi nav kirin.
Wî diyar kir ku heke mijara ewlehiyê bi awayekî fermî û sîstematîk were çareserkirin, ev yek dê bibe bingeheke xurt ji bo parastina nasname û destkeftiyên Êzidiyan û misoger kirina mafên wan di nava dewleta Iraqê de.
Elyas got ku bi desthilatdariya hikûmeta Elî Zeydî re mijara entegrasyonê bûye mijareke rojevê û YBŞ jî di vê pêvajoya hesas de cih girtiye. Wî diyar kir ku wan tu carî xwe ji dewletê cuda nedîtiye û entegrasyona fermî divê tenê li ser kaxezê nemîne.
Li gorî Elyas, entegrasyoneke rastîn divê hêzên YBŞ’ê, civaka Şengalê û dewleta Iraqê xurtir bike. Wî got ku ew çareseriyeke rastîn dixwazin ku taybetmendiyên civak û hêzên wan biparêze û nahêle karesateke mîna ya sala 2014’an careke din dubare bibe.
DANÛSTANDIN LI SER ÊZDÎXAN ASAYÎŞ, YBŞ Û YJŞ’Ê DIDOMIN
Elyas got ku di danûstandinan de, bi taybetî di hevdîtinên bi serokwezîr re, li ser gelek mijaran lihevhatin çêbûye. Wî diyar kir ku dixwazin Êzdîxan Asayîş, YBŞ û YJŞ bibin parçeyek ji pergala dewleta Iraqê.
Li gorî wî, di derbarê parastina mafên şervanên ku ji sala 2014’an ve berxwedanê didomînin û entegrekirina wan di nava pergaleke ku bikaribin xizmeta gelê Şengalê bidomînin de jî danûstandin hatine kirin.
Elyas got ku ji bo gihîştina encameke bi bandor, danûstandin hîn jî didomin. Wî dirêj bûna pêvajoya entegrasyonê wek tiştekî tê fêmkirin nirxand û destnîşan kir ku ev pêvajo tenê veguhastina yekîneyeke leşkerî ji avahiyekê bo avahiyeke din nîne. Ew mijareke hesas e ku dê rasterast bandorê li paşeroja Şengalê, civakê û hêzan bike.
Elyas bal kişand ser vê yekê ku hebûna jinan û Êzdîxan Asayîş di hundirê pergalê de taybetmendiyeke cuda dide vê pêvajoyê. Wî got ku ji bo gihîştina çareseriyeke mayînde û xurt di vê mijara ku ji bo Iraqê nû ye de, li ser şert û mercên erdnîgarî û civakî lêkolîn û hevdîtinên berfireh tên kirin.
“ME JI BO SERWERIYA IRAQÊ BERPIRSYARIYÊ HILGIRT”
Berdevkê YBŞ’ê got ku îdiayên ku YBŞ li dijî dewleta Iraqê ye, rastiyê nîşan nadin. Wî diyar kir ku civaka Êzidî û hêzên wan ji bo serweriya Iraqê fedakariyê kirine.
Elyas got ku di demên ku ala Iraqê li Enbar, Tikrît û Mûsilê nedihat hildan de, hêzên YBŞ’ê ala Iraqê li Şengalê hildaye. Wî ev yek wek nîşana dilsoziya wan ji welat re nirxand û got ku gotinên berevajî vê yekê tenê propagandayê ne. Wî her wiha diyar kir ku civaka Êzidî tu carî xwe ji Iraqê cuda nedîtiye.
“ÎSTÎQRARA RASTÎ BI MAFAN, DADMENDÎ Û JI NÛ VE AVAKIRINÊ GENGAZ E”
Elyas diyar kir ku peyama wan ji hikûmeta Iraqê re ev e ku ew di mijara entegrasyona fermî û sîstematîk de cidî ne û dixwazin hêzên wan di pergala ewlehiyê de cih bigirin.
Wî jî ji civaka Êzidî re got ku ev gav dê paşeroj, ewlehî û mafên civakê misoger bike.
Elyas diyar kir ku îstîqrara rastîn tenê bi parastina mafên Êzidiyan, pêkanîna dadmendiyê û ji nû ve avakirina Şengalê gengaz e. Wî hêvî kir ku pêvajo di demeke kurt de bigihîje encamê û hem ji civaka Şengalê re hem jî ji serweriya dewleta Iraqê re xizmetê bike.
Share this content:



Post Comment