HIŞYARIYA YRK’Ê JI REJÎMA ÎRANÊ RE: EM Ê LI HEMBERÎ ÊRÎŞAN MAFÊ XWE YÊ XWEPARASTINÊ BIKAR BÎNIN
Fermandariya Yekîneyên Parastina Kurdistanê ya Rojhilatê (YRK), di daxuyaniya xwe ya li ser êrîşên rejîma Îranê yên li herêma Şaho de ragihand ku heke êrîş berdewam bikin, ew ê mafê xwe yê xweparastinê heta dawiyê bikar bînin û bersiva pêwîst bidin.
Fermandariya YRK’ê diyar kir ku di demên dawî de hêzên wan careke din bûne hedefa êrîşên rejîma Îranê. YRK’ê ji bo agahdarkirina raya giştî, agahiyên li ser her êrîşê parve kir. Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku ew ê li hemberî her cure êrîşên li ser gelê xwe û hêzên xwe mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin.
ÊRÎŞ BI ÇEKÊN GIRAN Û ÎHA’YAN LI HERÊMA ŞAHO’YÊ
Li gorî daxuyaniya YRK’ê, rejîma Îranê ji 13ê Cotmehê ve hejmareke mezin ji hêzên girêdayî Parastinên Şoreşê (Pasdaran), bi çekên giran û balafirên bêmirov ên êrîşkar ên bi bombeyan barkirî, li herêma Şaho bicih kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 13ê Cotmehê de deşta Qilbê bi çekên giran û ÎHA’yên kamîkazî hate bombebarankirin û topbarankirin.
YRK’ê ragihand ku di sibeha zû ya 15ê Cotmehê de bi çar balafirên bêmirov êrîş hate kirin. Piştre hêzên Parastinên Şoreşê heta nîvro herêma Kela Terzan bombebaran kirin.
“HEKE ÊRÎŞ BERDEWAM BIKIN, EM Ê BERSIVA PÊWÎST BIDIN”
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser zêdekirina hebûna leşkerî ya rejîma Îranê li herêmê. Hate gotin ku ev yek nîşan dide ku rejîm dixwaze liv û tevger û êrîşên li dijî hêzên YRK’ê li vê herêmê bidomîne.
Fermandariya YRK’ê diyar kir ku berê li dijî van êrîşan hişyarî hatibû dayîn. Lê hate tekez kirin ku ev yek nayê wê wateyê ku bersiv dê her tim tenê di asta hişdariyê de bimîne.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku heke êrîşên li ser herêma Şaho bidomînin, Yekîneyên Parastina Kurdistanê ya Rojhilatê (YRK) dê mafê xwe yê xweparastinê heta dawiyê bikar bînin û bersiva pêwîst bidin.
Share this content:



Post Comment