NIVÎSKARÊ KURD MEHMED UZUN LI AMEDÊ LI SER GORA XWE HAT BÎRANÎN
Nivîskarê Kurd Mehmed Uzun, ku di 11ê Cotmeha 2007an de jiyana xwe ji dest da, di salvegera mirina xwe de li Amedê, li ser gora xwe, bi merasîmekê hate bîranîn. Di merasimê de axivîn bal kişandin ser beşdariya Uzun a di edebiyata Kurdî de, girîngiya berhemên wî û mîrata edebî ya ku ji nifşên bê re hiştiye.
Merasîma bîranînê ji aliyê Komeleya Edebiyatvanên Kurd ve li Goristana Mêrdîn Kapî hate lidarxistin. Ji bilî malbat û hevalên Mehmed Uzun, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî beşdarî merasimê bûn.
Hevalê Uzun, Mehmet İldoğan, di axaftina xwe de got ku bi saya nivîskarê Kurd careke din dest bi xwendina pirtûkan kiriye. İldoğan diyar kir ku berhemên Uzun dê di pêşerojê de jî rê nîşanî wan bidin û got: “Berhemên wî dê wek meşaleyekê riya me ronî bikin.”
Hevserokê Komeleya Edebiyatvanên Kurd, Herdem Merwani jî tekez kir ku Mehmed Uzun ji bo edebiyata Kurdî semboleke girîng e.
Bijîşk Adem Avcı, ku dermankirina Uzun dabû ser xwe, diyar kir ku nivîskarê Kurd ji bo edebiyata Kurdî gelek ked daye. Wî bang kir ku berhemên Uzun bên parastin û xwedî lê derkevin.
Parêzer û siyasetmedar Serhat Bucak jî anî ziman ku Uzun gelek salan li sirgûnê jiyaye. Bucak got ku mîrata edebî ya wî dê di pêşerojê de li zanîngehan bê nirxandin û ji nifşên nû re bê vegotin.
Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê, Serra Bucak, jî got ku Mehmed Uzun bi berhemên ku bi Kurdî nivîsîne, êşên ku di erdnîgariya gelê Kurd de hatine jiyîn, anîne nav edebiyatê. Serra Bucak diyar kir ku Uzun berhemên domdar û nemir li pey xwe hiştine.
Hat ragihandin ku çalakiya bîranîna Mehmed Uzun dê bi panelekê ya li Sümerparkê berdewam bike.
Share this content:



Post Comment