LI ŞAREDARIYÊN ESENYURT Û ÇEŞMEYÊ LÊPIRSÎN HATIN KIRIN: HERÎ KÊM 21 KES HATIN BINÇAVKIRIN

LI ŞAREDARIYÊN ESENYURT Û ÇEŞMEYÊ LÊPIRSÎN HATIN KIRIN: HERÎ KÊM 21 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Di çarçoveya lêpirsînên li dijî şaredariyên Esenyurt a Stenbolê û Çeşme ya Îzmîrê de herî kêm 21 kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê Şaredariya Çeşmeyê de, Cîgirê Şaredar Emre Can Durmaz, Midûrê Avahî û Şêwirmendiya Bajêr Buğçe Sağlamer, Cîgirê demkî yê Midûrê Karên Zeviyê Furkan Yiğit, Midûrê Kontrolê Avahiyan û hin xwediyên kargehan hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku lêpirsîn li ser îdiayên bertîlê, karên avahiyan ên bêqanûnî û sepandina rêzikên avahî û bajarvaniyê tê meşandin.

Li Stenbolê jî di çarçoveya lêpirsîna “gendeliyê” ya li dijî Şaredariya Esenyurtê, ku di bin rêveberiya kayyûm de ye, 17 kes hatin binçavkirin.

Di daxuyaniya Dozgeriya Giştî ya Komara Stenbolê de hat gotin ku li ser îdiayên ku di hin îhaleyên şaredariyê de destwerdan hatiye kirin û ji peymankarên avahiyan bertîl hatiye girtin, lêpirsînek tê meşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di vê çarçoveyê de ji bo 19 kesan biryara binçavkirinê hatiye dayîn.

Share this content:

Post Comment